Operasyona li Êlihê berdewam dike: Gundî li mizgeftê hatin komkirin

Operasyona li Êlihê berdewam dike: Gundî li mizgeftê hatin komkirin

.

A+A-

Operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li Êliha Bakurê Kurdistanê didome, leşkeran bi ser gundê Bilexşê de girtiye û gundî li mizgeftê kom kirine.

18ê Hezîranê li navçeya Heskîfê li Çiyayê Mava operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.

Operasyon piştre ber bi navçeya Kercosê jî belav bûbû û şer û pevçûnan rû dabû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) leşkeran doh bi ser gundê Bilexşê yê Kercosê de girtiye.

Hat diyarkirin li gund 7 kes bi lêdanê hatine desteserkirin û leşker bi ser malan de digirin.

MAyê da zanîn ku leşkeran li gundiyan xistiye û şêniyên gund li mizgeftê hatine komkirin.

Di çarçoveya heman operasyonê de, li navenda Êlihê jî hevjînên bi navên Abdûlcelîl Gîtmez û Yuksel Gîtmez hatine desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin