
Opozîsyona Tirkîyeyê jî di pêşniyarîya xwe ya Qanûna Bingehîn a Nû da behsa Kurdan nake
.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji hejmara 435an a Rojnameya Agirî ya ku PDK-Îran diweşîne ra nivîsand:
NivÎsa Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li jêr e.
Opozîsyona Tirkîyeyê jî di pêşniyarîya xwe ya Qanûna Bingehîn a Nû da behsa Kurdan nake.
Opozîsyona Tirkîyeyê(partîyên mixalefetê), ku bi navê ‘’Partîyên Maseya Şeş Alî’’ têne pênase kirin, roja 28.11.2022yê li Enqereyê, di civîneke danasînê da, pêşniyarîyên xwe yên di derbarê naveroka Qanûna Bingehîn a Nû da pêşkêşî raya giştî kirin.
Partîyên Maseya Şeş Alî, ji CHP, Îyî Partî, DEVA Partîsî, Gelecek Partîsî, Saadet Partîsî, Demokrat Partî pêk tên.
Partîyên Maseya Şeş Alî, bi navê ‘’Qanûna Bingehîn a Sîstema Parlamenterîyê ya Bihêzkirî’’ reşnivîseke Qanûna Bingehîn amade kirine û roja 28.12.2022yê bi navê ‘’Nuha Wexta Demokrasîyê ye’’ esasên vê reşnivîsa Qanûna Bingehîn pêşkêşî raya giştî kirin.
Partîyên Maseya Şeş Alî, dibêjin ’’Emê Sîstema Serokatîyê ya heyî biguherînin û Sîstema Parlamenterîyê ya Bihêzkirî bînin.Emê nehêlin bêyî biryara mehkemeyan serokên şaredarîyan ji wazîfeyên xwe bêne bidûr xisitin.Emê benda hilbijartinê ji %7ê daxin %3yê. Emê ji holê rakirina mafê parlamenterîyê zehmettir bikin.Emê selahîyetên Serokkomar kêmtir, selahîyetên parlamentoyê zêdetir bikin.Emê xweserîya dadgehan bicîh bînin….’’
Partîyên Maseya Şeş Alî, behsa mafê mirovan, azadîya ramanî, azadîya xebata birêxistinî dikin; behsa, demokrasîyê, edaletê, wekhevîyê dikin.
Van tesbît û gotin û pêşeniyarîyên Partîyên Maseya Şeş Alî, kêm zêde di gelek qanûnên Tirkîyeyê û di Qanûna Bingehîn a berê da jî hebûn.Lê mixabin vaye 99 sal e, azadî jî, demokrasî jî, edalet û wekhevî jî yan nîvqurmiçî bûne, yan jî qet pêk nehatine.Van tiştên têne gotin hema hema bi piranî li ser kaxezê mane. Û tu garantî tunene ku, dê Partîyên Maseya Şeş Alî dê van gotinên xwe jî bicîh bînin an na.
Bêyî mafê kurdan li Tirkîyeyê jî rêya demokrasîyê venabe
Tiştê herî balkêş jî eve ku, di wê civîna bi navê ‘’Nuha Wexta Demokrasîyê ye’’ hate li dar xistin da ,ku esasên vê pêşniyarîya Qanûna Bigehîna Nû ji raya raya giştî ra hate pêşkêş kirin, qet behsa kurdan nehatîye kirin.
Gotinên Partîyên Maseya Şeş Alî, heger bêne bicîhanîn, helbete ku dê ji rewşa nuha heyî baştir be. Lê, aşkere ye ku bi van çend makyajan ne mimkune ku demokrasî, azadî, edalet, wekhevî pêkbê. Di salên 2002-2010an de AK Partîyê ji van gotinên Partîyên Maseya Şeş Alî zêdetir tişt gotibûn û hinek ji wan jî bi awayekî nîvçe be jî, bicîh anîbû.
Di eslê xwe da, îspat bûye ku tûrnûsola destpêka demokrasîya li Tirkîyeyê, naskirina nasnameya kurdî û qebûl kirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Heta ev gav di Qanûna Bingehîna Tirkîyeyê û di hemû yasayên peywendîdar da neyên bicîh kirin, dê derîyê demokrasîyê venebe. Ew qeyd û bendên ku di stûyê kurdan da ne, di eslê xwe da dest û lingên Tirkan jî girê dide.
Di pêşniyarîyên Partîyên Maseya Şeş Alî da, hûn dest ji mafê çarenûsîya miletê Kurd, mafê statuyeke sîyasî û mafên kolektîf yên kurdan berdin; bi yek gotinê be jî behsa hebûna kurdan, behsa mafê perwerdeya bi zimanê kurdî jî nayê kirin. Ango Partîyên Maseya Şeş Alî, 25 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê tune dihesibînin .
Ji xwe, Serokomarê Erdoğan û desthilatdarîya Tirkîyeyê ya ku ji AK Partî û MHPyê ve pêk tê, dibêjin ‘’Tu pirseke me ya bi navê pirsa Kurd tuneye’’ û sîyaseteke li ser esasê dijayetîya Kurdan dimeşînin.
Erdogan bi dewleta kûr a Tirkîyeyê ra peymanek çêkirîye, lihevkirîye, bi navê sîstema serokatîyê îdareyeke takekesî dimeşîne. Û Dewleta Tirkîyeyê bi taybetî piştî temûza 2015an, careke din şer destpê kir, stratejîyek nû da ber xwe ku dibêje ‘’Nabe li tu derê cîhanê Kurd mafekî, statuyekê bidest bixin û destkeftinên heyî jî divê pêşdetir neçin’’. Erdogan di navbera salên 2002-2010an da, ji ber peywendîyên Tirkîyeyê û Yekitîya Ewropayê di derbarê zimanê kurdî û hinek mafên demokratîk da, hinek gavên baş avêt.Lê nuha, di derbarê Kurdan û mafên demokratîk, mafên mirovan sîyaseteke gelekî tûnd û totalîter dimeşîne.
Lê opozîsyona Tirkîyeyê jî, di wê pêşniyarîya xwe ya ji bo Qanûna Bingehîn ya ku ji raya giştî ra aşkere kirîye da, di derbarê Kurdan da behsa tu mafan nake. Herweha ji xeynî hinek gotinên glover, elastîk û şêlû yên di derbarê demokrasî, azadî û edalatê da , mixabin ne xwedîyê tu bernameyekê ye ku ji bo maf û azadîyan bawerîyê bide gelê Tirk jî.
Opozîsyona Tirkîyeyê di sîyaseta li dijî Kurdên Başûr, Rojava û Rojhilat da jî; li dijî Kurdên bakur û kurdên li Tirkîyeyê dijîn da jî, hema hema bi giştî wek desthilatdarîyê helwest digire, difikire.
Îro aşker bûye ku, di hilbijartina Serokkomarîyê ya 2023ê da, dengên kurdan dê roleke tayînker bilihîzin. Di rewşeke weha zelal da, pir balkêşe ku AK Partî û MHP jî(Tifaqa Cimhûr), partîyên opozîsyonê, ango Partîyên Maseya Şeş Alî jî, li himberî kurdan bibêminetî , bêxemî tevdigerin, tu pêwîstîyê nabînin ku daxwazên kurdan bixin bernameyên xwe yên hilbijartinê û guhertinên Qanûna Bingehîn.
Partîyên desthilatdar jî, yên opozîsyonê jî, bêyî ku hebûn û tu mafên kurdan qebûl bikin, kurdan bes wek amûr û pêlikekê dibîn da ku li ser hikum bimînin an werin ser hikum.
Gelo ma ev helwesta bibêminetî ya partîyên desthilatdar û yên opozîsyonê yên li himberî kurdan, helwestên normal in?Helbete ku ev helwest ne helwesteke normal e.
Dewleta Tirkîyeyê ji bêtifaqîya kurdan û ji nakokîyên di navbera Emerîka û Rûsyayê feydê werdigire
Meriv dikare bêjê ku sebebeke esasî ya vê helwesta desthilatdarîyê û opozîsyonê, rewş û bêtifaqîya kurdên Bakurê Kurdistanê ye, sebebek jî helwest û sîyaseta dewletên mezin e.
Dewleta Tirkîyeyê, ji şerê Ûkrayna û Rûsyayê û ji nakokîyên di navbera Emerîka û Rûsyayê, ji nakokîyên di navbera Tirkîyeyê û Êmerîkayê, Dewletên Ewropayê û NATOyê da hene feydeyeke mezin werdigire.Dewleta Tirkîyeyê ne bes li Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî , vê firsenda ku ji ber van alozîyên li herêma rûdane , li himberî Emerîka û dewletên din bikar tîne.
Emerîka û dewletên Ewropayê, ji bo ku Tirkîye zêdetir nekeve dawa Rûsyayê û ji ber berjewendîyên xwe yên li Rojhilata Navîn çavên xwe ji gelek kiryar û êrîş û sîyasetên Dewleta Tirkîyeyê yên li himberî kurdan digirin.Ev jî him desthilatdarî, him jî opozîsyona Tirkîyeyê li himberî kurdan bêperwa dike, bê minet dike. Kurd di qada navneteweyî da bêpişt dimînin, piştgirîya kurdan lawaz dibe.
Sebebeke din ya esasî yarê dide ku desthilatdarî û opozîsyona Tirkîyeyê li himberî kurdan bibêminetî tevbigerin, kurdan tune bihesibînin ewe ku, kurd bi xwe bêtifaq in, kurd wek terefekî tevnagerin. Ji ber ku kurd wek miletekî, li ser daxwazên xwe yên neteweyî, ziman û kulturî wek terefekî tevnagerin, hêza 25 milyon kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, mixabin berhewa dibe, li erdê diteqe. Ji ber ku Kurd ne bitifaq in, li gel vê hêza xwe jî nikarin desthilatdarî û opozîsyona Tirkîyeyê mecbûr bikin da ku kurdan nas bikin, mafên kurdan qebûl bikin.
Divê kurd li ser daxwazên xwe yên acîl dest bidin hev, nebin pêlikên tu alîyan
Di rapirsînên van demên dawî hatine kirin da aşkere bûye ku, ji %90ê kurdan dixwazin nasnameya kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê bêne qebûl kirin û di Qanûna Bingehîna Tirkîyeyê da bêne garantî kirin.
Li gel ku Dewleta Tirkîyeyê, bi zerar dayîna aborîya gel, bi zordarî, êrîş, kuştin, girtin û hevs kirinên xwe xwestîye gelê Kurd teslîm bigire, bişkîne jî; li gel ku kurdan ji wê sîyaseta xelet a xendek û barîkat û çalakîyên çekdarîdarbe û şikesteke mezin xwarine jî, miletê kurd li nasnameya xwe û li mafê perwerdeya bi zimanê xwe xwedî derdikeve. Ev rastîya ku di rapirsînan da derketîye holê, hêvîyên me geş dike.
Divê hemû partî, grûb û tevgerên sîyasî yên kurdan, dezgehên sivîl û kesayetên kurdan vê mesaja gelê me baş bixwînin û li ser daxwazên acîl ên kurdan dest bidin hev, bihev ra helwestekê bigirin.
Heger kurd bi awayekî berfireh li ser daxwazên xwe yên acîl dest bidin hevdu, di guhertina Qanûna Bingehîn a qismî da dê bikaribin tesîreke mezin bikin, dê bikaribin destê xwe xurtir bikin.
Li Bakurê Kurdistanê pirsa Kurdistanê pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd e. Li ser esasê wekhevîya miletê Kurd û miletê Tirk, şirîkatîyeke federalî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê jî beşeke ji mafê çarenûsîyê. Ji bo kurdên li Tirkîyeyê dijîn jî, pirs, pirsa mafên ziman, kultur û mafên demokratîk in.Helbete ku em dikarin li ser Qanûna Bingehîn a Federalîya ku li ser şirîkatîyeke wekhevîya du miletan hatîye danîn jî li gel rayedarên Dewleta Tirkîyeyê li hev bikin.
Lê heta ku em wek miletê kurd bigihêjin sîstemeke şirîkatîya federalî, bigihêjin wê asta çarenûsîya qedera xwe, di şerdên îroyîn da em dikarin bi destxistina mafên xwe yên acîl rê ji çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ra xweştir bikin.Daxwazên acîl ên kurdan, di eslê xwe da îro daxwazên hevbeş ên bi milyonan kurdên ku li Tirkîyeyê dijîn û yên bi milyonan kurdên Bakurê Kurdistanê ne.
Divê kurd xwe nexin bin sîya Tifaqa Cimhûr jî, ya Partîyên Maseya Şeş Alî jî. Tifaqa Cimhûr û Partîyên Maseya Şeş Alî, herdu jî , ji bo parastin, berdewamî û xurt kirina serwerîya Dewleta Tirkîyeyê hatine ava kirin.
Lê belê, heta îro ji bo zimanê kurdî, ji bo bicîhanîna mafê mirovan û mafên demokratîk, ji bo bicîhanîna azadîya xebata rêxistinî û azadîya ramanî, ji bo bi rêya dîyalogan çareser kirina pirsgirêkan kê çi gavên êrênî avêtibin, me her gotîye ‘’Têrê nake, lê baş e’’ û me piştgirîya wan gavan kirîye. Û ji îro pê ve jî emê her bi vê hişmendîyê tevbigerin.
Divê li ser daxwazên xwe yên acîl em dest bidin hev û li himberî partîyên desthilatdar jî, yên opozîsyonê jî em wek terefê kurd tevbigerin. Helbete gava ku kurd bibin yek divê li Tirkîyeyê jî dost û piştgirên xwe zêde bikin û bi wan ra rêyên hevkarîyê xurt bikin.
Tecrubeyên 99 salî yên Dewleta Tirkîyeyê îspat kirîye, heta Kurd mafên xwe yên acîl bidest nexin, heta hebûn û mafê kurdan di Qanûna Bingehîn da neyên bicîh anîn, heta ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê rê venebe, li Tirkîyeyê jî, dê rê ji demokrasî, azadî, wekhevî, edaletê ra venebe.
Aşkere ye ku hêz û tifaqa me tenê têra serkeftinê nake. Divê em wek alîyê kurdan di qada navneteweyî da dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin. Divê em bi xebateke berfireh ya li dîasporayê, piştgirîya dewlet û gelên cîhanê werbigirin.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê
https://kurdistanmedia.com/content/upload/1/newsletter/agiri-435jpg.pdf
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin