Otobûsa heciyên Herêma Kurdistanê qeza kir: Mirî hene

Otobûsa heciyên Herêma Kurdistanê qeza kir: Mirî hene

.

A+A-

Otobusa heciyên umreyê yên Kurd li ser sînorê Erebistana Siûdî û Îraqê di dema vegerê de qeza kir, heciyek mir û 13 hecî ji birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Rudawê, otobûs û barhilgirek li hevdû qelibîne du rêwiyên barhilgirê jî mirine.

Berdekê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl Rudawê re got:

"Heciyên umreyê xelkê navçeya Çemçemalê û derdora wê ne.”

Birêveberê Ofîsa Hec û Umreyê ya Helebceyê Nizar Cemîl jî ji Rûdawê re got:

“Nasnameya ew kesê miriye diyar bûye û ciwanê bi navê Cotkar Ebdulmecîd Ebdulkerîm e û sala 1991ê ji dayik bûye

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin