Ozçelîk: Çavên hemû Kurd û Kurdistanîyan ronî be
Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser kuştina serokê DAIŞê Bexdadî peyamek belav kir: Bexdadî yê ku dijminê Kurd û dijminê mirovatîyê gihîşte heqê xwe
A+A-
Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser kuştina serokê DAIŞê Bexdadî peyamek belav kir.
Di peyama xwe de Ozçelîk wiha got:
“Seroke DAIŞê bi operasyoneke Dewleta Emerîkayê hatîye kuştin. Donald Trump got di kuştina Bexdadî de alîkarîya Kurdên Rojavayȇ Kurdistanê jî çebûya. Bi Êzidî û Misilman û Xrîstîyanîyên xwe û bi hemû etnîsetêyên xwe çavên hemû Kurd û Kurdistanîyan ronî be. Bi hêvîya ku her zalim û dijminê miletê Kurd, her zalim û dijminê mirohîyê bigihêje vê encama Bexdadî yê ne mirov.”
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin