Özçelîk: "Êdî Kurd aktorekî esasî ne"
Peymana Sykes-Picot di roja 16.05.1916an de di navbera Brîtanya, Fransa û Rûsya hate îmze kirin. Rûsya piştî Şoreşa 17ê Octobrê ji vê peymanê vekişîya.
Peymana Sykes-Picot di roja 16.05.1916an de di navbera Brîtanya, Fransa û Rûsya hate îmze kirin. Rûsya piştî Şoreşa 17ê Octobrê ji vê peymanê vekişîya.
Ev peymana li ser armanca parve kirina erdên di bin desthilatdarîya Osmanîyan û ji nûve çêkirina xerîteya Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk hatîye îmze kirin. Her çiqwas ev peymana bi %100 pêk nehatibe jî, di encama vê peymanê de, zerara herî mezin gîhaye miletê Kurd û Kurdistanê. Bi Peymana Sykes-Picotê Kurdistan bu çar perçan. Dewleta Tirk, gelek alîyê vê peymane daye îptal kirin.
Piştî Sykes-Picotê , peymanên Sewr û Lozanê hatin îmze kirin. Peymana Sykes-Picot destpêka projeya çarperçebûna Kurdistanê ye. Peymana Lozanê jî di esasê xwe de , ji alîyê çarperçebûna Kurdistanê de,bû tesdîq kirina Sykes-Picotê.
Sykes-Picot neheqîyeke navnetewî ye ku miletê Kurd tûşî bûye.
Û piştî ku sîstema du blokî li cîhanê hakim bû, mixabin, temama cîhanê , di meseleya Kurd û Kurdistanê de ‘’kor, ker û lala’’ bû.
Miletekî îro nifûsa wî 50 milyon e, li ber çavê hemû mirovatîya cîhanê, ji hemû maf û azadîyên xwe, ji dewletbûn û serxwebûna xwe hate bê par kirin.
Perçebûn û bindestî û bê dewletbûna miletê Kurd, di hişmendî û tevna civatê de texrîbateke mezin çêkirîye. Ew cîhana ku çavên xwe ji perçebûn û bindestîya miletê Kurd re girtîye, mixabin çavên xwe ji asîmîlasyon, înkar, îmha û jenosîdên heta nuha li ser miletê me hatîye domandin jî re girtine.
Piştî rûxandina sîstema du blokîyê û bi derketina Pirsa Xelîcê, derzeke baş li Sykes-Picotê ket.
Lê piştî di sala 1992an de avabûna Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û di 2003yê de qebûl kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, ew derza ku li Sykes-Picotê ketibû, kûrtir û firehtir bû. Nuha jî bi referandûma serxwebûnê û bi îlan kirina serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Sykest-Picot dê şikesteke mezin bixwe.
Serxwebûna başûrê Kurdistanê, dê bibe destpêka azadî, dewletbûn û serxwebûna her çar perçeyên Kurdistanê.Dê bibe destpêka ruxandina Sykes-Picotê.
Xuşk û birayên delal,
Em wek miletê kurd û gelê Kurdistanê , divê bi dengekî xurt û yekgirtî, bangî cîhanê bikin û bêjin ‘’Êdî bes e. Dewletên cîhanê, divê vê neheqîya ku dest û lingên miletê me girêdayî ye, ji holê rakin.’’
Îro êdî berjewendîyên cîhanê jî, bi guhertina xerîteya nevçeyê û bi çirandina Sykes-Picotê he ye. Divê em li gel cîhanê, vê carê vê peymanê û van xerîtayen biçirînin.
Mafê me yê çarenûsîyê, mafê me yê dewletbûnê mafekî rewa ye; divê em bi biryardarî li dûv vê daxwaz û mafê xwe rawestin.
Di salên 1900an de, Kurd di sehayê de, di dîplomasîyê de, di yekitî û projeyeka netewî de jî zeîf bûn; li ser maseyê jî zeîf bûn. Jiber wê jî, gava ku Kurdistan perçebûn em bê xwedî û bê hêz bûn.
Lê îro dinya ne dinya berê ye. Kurd ne Kurdên berê ne.
Êdî Kurd aktorekî esasî ne . Li Başûrê Kurdistanê li gel hemû pirsgirêkên xwe ve jî, ji federalîyê em bi ber serxwebûnê ve dimeşin.
Li Rojavayê Kurdistanê li gek hemû kêmasî û şaşitîyên xwe ve jî, Kurd hêdî hêdî statuyekê bi dest dixin.
Li Rojhilatê Kurdistanê tevgera azadîya Kurdistanê di nav xebateke nuh de ne.
Li Bakurê Kurdistanê, her çiqwas bi şer û pevçûn û siyaseta wêran kirinê, dixwazin rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigirin jî; her çiqwas, sîyaseta şaş rê li ber vê nîyeta xêrnexwazan xweştir dike jî; êdî ‘’tîr ji kevanê derketîye’’. Tu kes dê nikaribe rêya azadîyê bigirin.
Kilîda azadî, serxwebûn û serkeftinê jî , yekgirtineke li ser nirxên netewî û Kurdistanî ye.
Careke din bi rêz û hurmet bixêrhatinîya we dikim.
Û dibêjim,
Mirin Ji Sykes-Picot û Lozanê re
Azadî ji çar alîyê Kurdistanê re
Bijî serxwebûna başûrê Kurdistanê
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin