Ozgur Ozel li ser maçkirina destê hunermenda Kurd Pervîn Çakarê daxuyanî da
.
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHPê) Ozgur Ozel ku destê hunermenda Kurd Pervîn Çakarê maç kiribû bersiv da rexneyan.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, destê Sopranoya Kurd Pervîn Çakarê maç kiribû.
Ozgur Ozel piştî vê yekê rastî gelek rexne û heqaretên neteweperestên Tirk hatibû.
Ozel di hevpeyvîna xwe ya bi rojmaneya Cumhuriyetê de bersiva wan rexneyan da û got:
“Min li konsera Pervîn Çakarê re jî temeşe kir û min kulîlk danê. Dema ku tu kulîlkekê bidî hunermedekê divê tu rêzê lê bigirî, min jî ev kir.
Ez qet ne poşman im. Pervîn Xanim yek ji wan hunermendan e ku herî zêde derdikevin TRT Kurdiyê.
Eger Devlet Beg (Behçelî) ji vê aciz e bila ji Tayyîp Beg (Erdogan) vê bipirse: ‘Pervîn Xanim çima derdikeve TRT Kurdiyê?’
Erdogan jî carinan dibêje Kurdistana Îraqê. Diyar e ku Pervîn Xanimê ew îfade jî ji bo dewleteke Kurdan a li Tirkiyeyê gotine.
Min destê wê hunermenda serkeftî ya ku gelê Kurd pê serbilind e wekî nîşandana rêzgirtina xwe maç kir. Ti poşmaniya min nîne.”
Çi bûbû?
Sopranoya Kurd Pervîn Chakarê, 19ê vê mehê li Stenbolê konserek dabû.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî beşdarî vê konserê bûbû û destê Pervîn Chakarê maç kiribû.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji di nav wan de gelek kesan ew bi dijwarî rexne kiribû.
Devlet Bahçelî gotibû, “Destê yeke ku behsa Kurdistanê dike û Tirkiyeyê wekî dagirker bi nav dike maç kiriye. Ev şerm û rezîltî ye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin