PAK: Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî Pîroz Be
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Berdawamîya peyama PAKê wisa ye:
“Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî, cejna Êzî dikeve hefteya dawîn a meha Çileya Pêşîn ku Kurdên Êzidî bo maweyê 3 rojan rojiyê digirin û roja çarem jî weke cejn tê pîrozkirin.
Hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî.
Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzidî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên Êzidî dê bernameyên taybet bicîh bînin.
Em cejna Ezî ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê pîroz dikin.”
20.12.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin