PAK-CIWAN: Em wek ciwanên Kurdistanê qetlîama nîjadperest a plankirî ya li Konyayê hatîye kirin rûreş dikin
.
"Em wek ciwanên Kurdistanê qetlîama nîjadperest a plankirî ya li Konyayê hatîye kirin rûreş dikin
Li navçeya Meramê ya bi ser Konyayê nîjadperestên Tirk bi awayekî plankirî êrîş anîn ser malbateke Kurd û 7 kes ji vê malbatê hatin qetil kirin û mala wan jî şewitandin.
Berpirsê vê qetlîyamê yê esasî, rêberên Dewleta Tirkîyeyê yên ku li hember van êrîşan çavên xwe girtine, bi sîyaseta xwe ya dijayetîya Kurdan cesaret dane êrîşkeran û bingeha êrîşên bi vî rengî xweş kirine ye.
Miletê Kurd û ciwanên Kurdistanê wek heta niha dê ji niha û pêve jî li himberî van êrîş û qetlîyaman serê xwe netewînin.
Divê hemû pêkhateyên gelê me, tifaq û yekgirtineke berfireh ya neteweyî, niştimanî bihûnin.
Em vê êrîşa nîjadperest a plankirî rûreş dikin, em sersaxîyê ji malbata Dedeogullari yan û ji gelê xwe re dixwazin."
PAK Ciwan
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin