PAK CIWAN: Jenosida Şingalê Nayê Jibîr Kirin
.
"Jenosîda Şingalê yek ji birînên herî mezin ê dîroka Kurdan e ku nayê ji bîr kirin.
7 sal piştî Jenosîda Şingalê, birînên wê hîna jî pir teze û kûr e.
Roja 3yê Tebaxa 2014ê rêxisrina terorîst a DAIŞê û alîgirên wê êrîşî Kurdên êdizîdî kirin û bi hezaran mirovên me kuştin, bi hezaran jin û keçên ciwan Jî revandin û hina jî aqubeta wan ne diyar e.
Bê guman, berpirsyarê vê bûyera ku li ber çavên hemû cîhanê qewimî, rêxistina terorîst a DAIŞê û alîgirên wê ne. Lê belê sedema rastîn a vê komkujiyê, ku di sedsala 21ê de li pêş çavê her kesî pêk hat, bêdewletbûn e. Em di vê buyerê de nikarin bêdeng bimînin û ji vê berpirsiyariyê dûr bisekinin. Divê hemû milletê me ji bîr nekin ku; ev pirsa me hemûyan e.
Wek PAK CIWAN, em careke din bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku "Jenosîda Kurdên Êzidîyan bi fermî nas bike". Em dibêjin ku divê Neteweyên Yekbûyî vê karesata mirovî, vê jenosîdê nas bike.
Û em bang li hemû miletê xwe dikin:
Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û bila dinya bibihîze
Em mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bilind bikin
Werin em bi hev re pêşeroja xwe rizgar bikin
Werin em ji bo jiyaneke birûmet bibin yek
Ji bo ku em her roj Şingalên nû, enfalên nû, Helepçeyên nû nejîn, divê em statuyeke siyasî, neteweyî û erdnîgarî bi dest bixin. Em dizanin heta ku em jî di nav miletên cîhanê yên serdest de cîhê xwe negirin wê her dem Şingalên nû , Helepçeyên nû ,Enfalên nû dê biqewimin.
Em careke din li ber hemû şehîdên me yên Kurdên Êzîdî yên ku li Şingalê hatine qetil kirin, bejna xwe ditewînin û em kujeran û alîkarên wan lenet dikin. "
03.08.2021
PAK CIWAN
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin