PAK: Darvekirina Ramîn Huseyin Penahî rawestînin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li ser biryara sêdarkirina çalakvanê Kurd Ramîn Huseyin Penahî daxuyaniyek belav kir û bangî derûdorên navdewletî û Kurd û Kurdistaniyên cîhanê kir ku bo rawestandina sêdarkirinê, bertek nîşan bidin.
Di daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî belavkirin de wisa hate gotin:
"Bila darvekirina Ramîn Huseyin Penahî bê rawestandin
Rejîma Îranê her roj bi dehan kesan darve dike. Piraniya van kesên ku têne darvekirin jî Kurd in.
Niha jî Cimhûriyeta Îslamî ya Îranê cezaya darvekirinê li siyasetmedar û aktîvîstê Kurd Ramîn Huseyin Penahî biriye. Li gorî agahiyên heyî Ramîn Huseyin Penahî di roja 4ê îÎlona 2018an de dê were darvekirin.
Ramîn Huseyin Penahî gava ku hatibû desteserkirin, ji aliyê mesûlên Wezareta îstîxbaratê û Mihafizên Şoreşa Îranê ve du mehan îşkence dîtibû.
Rejîma Îranê ji bêdengiya dewlet û gelên cîhanê jî cesaretê digire û darvekirinên xwe berdewan dike.
Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpayê, dezgehên sivîl ên navnetewî, raya giştî ya cîhanê dikin da ku bikaribin rê li ber darvekirina Ramîn Huseyin Penahî bigirin û bikaribin darvekirinên li Îranê rawestînin.
Em van darvekirinên Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê şermezar dikin û bang li Rejima Îranê dikin ku Ramîn Huseyin Penahî darve nekin.
Ji bo ku em bikaribin darvekirina Ramîn Huseyin Penahî, divê hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê jî dengên xwe bilind bikin.
Li kû derê cîhanê dibe bila bibe, em bangî hemû Kurdistaniiyan û hemû parastvanên mafê mirovan dikin da ku bi rêya posta, telefon, e-maîl, sosyal medya û bi rêyên din em mesaj û daxwazên xwe yên ji bo rawestandina darvekirina Ramîn Huseyin Penahî ji Sefaret, Konsolosxaneyên Îranê re, ji UN û Yekitîya Ewrûpayê re bişînin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin