PAK di tarîstana li bakurê Kurdistanê hêviyek e
"Em yekrêzî, hevgirtin, aqûbet, binfirehî û heman demê de bi înad di têkoşîna xwe de berdewam bin ji bo em sernekevin tu sedem tune."
A+A-
5 salîya PAKê li hemû kedkar û dilsozan pîroz be. PAKê di 5 salan de di jiyana siyasî ya Bakurê Kurdistanê de rêxistinek netewî, demokratîk û şefaf ava kir.
Me li gor qeweta xwe gelek ked rija û bi hev re xebat kir. PAK di tarîstana li bakurê Kurdistanê hêviyek e, mûma ronahîyê ye. Ev keda me ye. Berhema me ye.
Lê ji bo ev hêvî bibe ya welatek û miletek gelek xebat, ked û fedekarî pêwist e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di xebata pêşerojê de li gel hev û bi hêzek mezin ji bo milet û welatê xwe xebatê berdewam bikin
Em yekrêzî, hevgirtin, aqûbet, binfirehî û heman demê de bi înad di têkoşîna xwe de berdewam bin ji bo em sernekevin tu sedem tune.
5 salîya PAKê li me hemûyan pîroz be!
Em bi hevre xurt in!
Bijî PAK!
PAK SWÊD
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin