PAK: Em êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanîyê şermezar dikin
.
A+A-
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê, êrîşa do ya li derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya PAKê wiha ye:
Em êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanîyê şermezar dikin
Roja 7ê Nîsana 2023yê,li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanîyê bi dronan êrîşeke hewayî hate kirin.
Cîhê dilxweşîyê ye ku di encama vê êrîşê da zerareke canî çênebûye.
Em vê êrîşê şermezar dikin.
Em bangî hemû dewletên heremî û navnetewî dikin da ku rêzê li serwerîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigirin.
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin