PAK: Em êrîşa li ser Şaxa Îzmîrê ya HDPyê şermezar dikin
.
PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) : Em êrîşa li ser Şaxa Îzmîrê ya HDPyê şermzar dikin
Li gorî agahdarîyên ku di ragehandinê de belav bûye, îro(17.06.2021) kesekî bi çek avêtîye ser avahiya Şaxa Îzmîrê ya HDPyê, xebatkareka HDPyê ya bi navê Deniz Poyraz bi guleyan kuştîye û agir berdaye avahiyê.
Rêveberên Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaset û gotar û helwestên xwe yên li dijî Kurdan, bingehê êrîşên bi vî rengî xurtir dikin.
Dewleta Tirkîyeyê dive dest ji sîyaset û gotarên xwe yêndijminane yên li dijî Kurdan, berdin û divê demildest hêzên li pişt vê êrîşê aşkere bikin.
Em vê êrîşa ku li ser Teşkîlata Îzmîrê ya HDPyê hatîye kirin, ew kesê êrîşkar û yên li pişta wî şermezar dikin.
Em sersaxîyê ji malbata Deniz Poyraz re, ji hemû rêveber û endamên HDPyê re dixwazin.
17.06.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin