PAK: Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi peyamekê Jenosîda Ermenîyan ku 1915an pêk hatibû rûreş kir.
A+A-
Peyama PAKê wiha ye:
“Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.
Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.
Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî ve hatiye kirin!
Em di 105emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û "İttihat Teraki" bi tundî rûreş dikin. Em şirîkê êş û xema gelê Ermenîyan e.”
24.04.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin