PAK: Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin
.
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):
"Îro heftemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.
Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin, terk bikin.
Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.
Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne.
Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.
Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet deynin ber xwe û bi cîh bînin.
Em bangî Netewên Yekgirtî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin dikin.
Di heftemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.
Em di heftêmîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne."
03.08.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin