PAK: Em kuştina pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin
.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê bi daxuyaniyekî şehîdbûna 5 Pêşmergeyan ji aliyê PKKê ve şermezar kir.
Daxuyaniya PAKê wiha ye:
Li gorî agahdarîyên heyî li navçeya Amedîyê ya Başûrê Kurdistanê li dor û bera Çîyayê Metîna, roja 05.06.2021ê, di encama êrîşeke hêzên PKKyê yên li ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê 5 pêşmerge şehîd ketine, 6 pêşemerge ji birîndar bûne.
Em kuştin û êrîşa li ser pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin.
Sersaxîyê ji malbatên şehîdan, ji gelê me re dixwazin. Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.
Dewleta Tirkîyeyê PKKyê ji xwe re dike behane û beşeke erdê Başûrê Kurdistanê dagir kirîye û her roj êrîşan tîne ser Başûrê Kurdistanê. Lê êrîşên Dewleta Tirkîyeyê di eslê xwe de tehdîteke ku li ser destkeftîyên federe yên li Başûrê Kurdistanê.Dewleta Tirkîyeyê 98 sale temama Bakurê Kurdistanê dagir kirîye, bi dehan caran qetlîam, wêranî li ser gelê Kurdistanê pêk anîye, lê hîna jî nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.Aşkere ye ku bi dagir kirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dê Dewleta Tirkîyeyê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike, dê nikaribe doza meşrû ya miletê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirkîyeyê divê demildest dawî li dagirkerîya xwe ya li ser erdê Başûrê Kurdistanê bîne û rêzê li serwerîya meşrû ya Parlamento, Serokatî, Hikûmet,Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bigire.
PKK jî bi çalakî û tevgerên xwe yên çekdarî yên li Başûrê Kurdistanê rê ji êrîş û planên Dewleta Tirkîyeyê re xweştir dike.
PKK divê demildest dawî li çalakî û xebatên xwe yên çekdarî yên li Başûrê Kurdistanê bîne; mafê PKKyê tuneye ku Başûrê Kurdistanê bike qada şerê xwe û Dewleta Tirkîyeyê.
PKK , divê li hemû Başûrê Kurdistanê serwerî ya meşrû ya Palamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê qebûl bike û rêzê li biyarên wan bigire. Û divê liŞingal, Kerkûk û hemû axa ku mijara madeya 140ê ye jî li gorî biryarênPalamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê tevbigere. PKK divê dev ji êrîşên xwe yên li ser Hêzên Pêşmerge berde.
Aşkereye ku Parlamento, Serokatî, Hikûmet,Wezareta Pêşmerge bi berpirsiyarîyeke mezin tevdigerin û heta ku ji destê wan tê, ji bo kêfa xêrnexwazan neynin, naxwazin şerê PKKyê bikin.Lê mixabin PKK bi eynî mesûlîyetê tevnagere; hem rêzê li serwerîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê nagire, hem bingeha şerekî di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û PKKyê de çêdike, hem jî rê ji planên têkder ên Dewleta Tirkîyeyê û Îranê re xweştir dike.
Parlamento, Serokatî, Hikûmet,Wezareta Pêşmerge û hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê divê demildest bicivin û di heqê van êrîşên PKKyê û dagirkerî û planên Dewleta Tirkîyeyê ,Îranê û Bexdayê de divê sîyaset û helwesteke hevbeş ya niştimanî tesbît bikin û pêk bînin. Mesele ne meseleya partîyekê yan du partîyan e; xeterî li ser hemû destkeftinên Başûrê Kurdistanê ye.
Dewleta Tirkîyeyê baş dizane ku, bi xebata sivîl û sîyasî û demokratîk ve gelê Kurdistanê ketibû pêvajoyeke vejîn û rûnesanseke neteweyî, niştimanî. Ji ber vê rastîyê jî Dewleta Tirkîyeyê ji bo rê li ber xebata sîyasî, demokratîk, sivîl bigire, xwest berê hemû kurdan bide rêbazên şerî û tûnd û tûjîyê. PKK jî bi sîyaseta xwe ya şerî ve rê ji vê plana Dewleta Tirkîyeyê re xweştir kir, xweştir dike. Bi her awayî îspat bûye ku nuha şerê çekdarî yê PKKyê zerareke mezin dide doza neteweyî, niştimanî ya Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê.Ji ber wê jî divê hemû Kurd û Kurdistanî li himberî şerê çekdarî yê PKKyê bi yekdengî helwestê bigirin da ku PKK şerê çekdarî rawestîne .Şer û êrîşên Dewlata Tirkîyeyê ne bi şerê çekdarî , lê bi tevgereke netewî, niştimanî ya girseyî, sivîl, sîyasî û demokratîk dikare bê pûç kirin.
Dewleta Tirkîyeyê dê nikaribe pirsa Kurd û Kurdistanê ya li Bakure Kurdistanê bi şer û kuştin û operasyonên leşkerî çareser bike. Pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke sîyasî ye, pirsa maf û azadîyên neteweyî , demokratîk yên miletê Kurd e. Ji bo çareserîyeke mayînde, wek gava ewil divê Dewleta Tirkîyeyê dawi li operasyonên xwe yên leşkerî binê û bi hemû partîyên Kurdan re rêya dîyalogê û rêya çareserîya sîyasî veke.
05.06.2021
Buroya Çapemenî û Ragehadinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin