PAK: Em li Rojavayê Kurdistanê qedexekirina Rudaw TVyê protesto dikin
.
PAK (Patîya Azadiya Kurdistanê), biryara Rêveberiya Xweser a qedexekirina karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Daxuyanîya PAKê wiha ye:
Em li Rojavayê Kurdistanê qedexekirina Rudaw TVyê protesto dikin
Rêvebirîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê xebatên RudawTVyê ragirtîye, qedexe kirîye.
Ev biryara Rêvebirîya Xweser rêlibergirtina mafê azadîya çapemenîyê ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye.
Rêvebirîya Xweser, di helwesta li himberî azadîya çapemenî û ragihandinê de, di pîvanên demokrasî û azadîyê de, divê ji xwe re hişmendî, sîyaset û kiryarên rejîma Esad, yên Dewleta Îranê û yên Tirkîyeyê wek nimûne û rêbaz negire.
Rêvebirîya Xweser,divê prensîbên hevdem, azadîxwaz, demokrat yên navneteweyî yên di derbarê azadîya çapemenîyê û demokrasîyê de ji xwe re esas bigire.
Em li Rojavayê Kurdistanê qedexekirina Rudaw TVyê protesto dikin.
Em bangî Rêvebirîya Xweser dikin da ku demildest qedexeya li ser Rudaw TVyê rake.
07.02.2022
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin