PAK: Em piştgirîya nameya Birêz Nêçirvan Barzanî ya ji Netewên Yekbûyî re şandîye dikin
.
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Em piştgirîya nameya Birêz Nêçirvan Barzanî ya ji Netewên Yekbûyî re şandîye dikin.
"Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçirvan Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û 15 dewletên endam di Encûmena Asayişê ya Netewên Yekbûyî re nameyek şand û daxwaz dike ku ji bo cîbicîkirina maddeya 140 û herwiha pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke aktiftir bilehîzin.
Li gorî agahdarîyên ku di ragehandinê de hatine belav kirin, Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçirvan Barzanî di nameya xwe de daxwaz dike ku Netewên Yekbûyî di van çar xalan de xwedî desthilat û însîyatîfeke aktîftir û xurtir be:
1-Di bicîhanîna Medeya 140î ya Qanûna Bingehîn a Federal a Iraqê
2-Ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlementoya Iraqê di wexta xwe de, bi awayekî meşrû , demokratîk û bêyî binpêkirinên mafê hilbijêran pêk werin.
3- Ji bo bicîhanîna wê peymana ku vê dawiyê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di derbarê budce û dabeşkirina samanên siruştî de hatibû qebûl kirin.
4- Ji bo hevkariya mirovî û piştgiriya bêhtir ji bo koçberên li Herêma Kurdistanê û baştirkirina jiyana wan li kampan.
Ev nameya ji bo parastin û bidestxistina mafên însanî, aborî, neteweyî, niştimanî yên gelê me yê Başûrê Kurdistanê û ji bo ev mijar zêdetir di qada navnetweyî de bikeve rojevê gaveke di cîh de ye, gaveke girîng e.
Hikûmeta Bexdayê eve ji sala 2007ê heta îro madeya 140î û mafên federalî yên Herêma Kurdistanê bicîh nayine.
Gelê Kerkûkê, Şingalê û hemû navçeyên mijara madeya 140î jî di nav de, hemû gelê Başurê Kurdistanê di roja 25ê Îlona 2017ê de di Referandûma Serxwebûnê de bi rêjeya ji %93 ji serxwebûnê re got ‘belê’. Lê mixabin piştî vê beyana îradeya demokratîk, meşrû ya gelê Başûrê Kurdistanê, Artêşa Iraqê û Heşdî Şehbî di roja 16ê Cotmeha 2017ê de careke din Kerkûk û navçeyên mijara madeya 140î dagir kirin.
Rewşa Kerkûkê û rewşa navçeyên mijara madeya 140î nuha gelekî xerab in.
Parlamento û Hikûmeta Bexdayê hîna jî pêwîstîyên madeya 140î û yên Qanûna Bingehîn a Federalî bicîh naynin.
Ji ber wê jî nameya ku Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçirvan Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û 15 dewletên endam di Encûmena Asayişê ya Netewên Yekbûyî re şandîye, di qada navneteweyî de dê roleke gelekî girîng bilihîze.
Em wek PAK piştgirîya vê nameya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçirvan Barzanî dikin.
Em bangî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û 15 dewletên endam di Encûmena Asayişê ya Netewên Yekbûyî dikin da ku ji bo cibîcî kirina madeya 140î ya Qanûna Bingehîn a Iraq a Federal û ji bo çareser kirina pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de demildest gavên pêwîst bavêjin."
20.04.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Bitîkne: Nêçîrvan Barzanî ji bo Kerkûkê nameyeke fermî ji NY re şand
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin