PAK: Encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nîşana îradeyeke meşrû û demokratîk e
Piştî ku encamên fermî yên hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi peyameke nivîskî PDKya ku wek yekemîn partiya vê hilbijartinê bû, hate pîrozkirin.
Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û ragihandinê ya PAKê ve hatî şandin de wisa hat gotin:
Di roja 30yê Îlona 2018an de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dar ket.
Encamên resmî yên hilbijartinê di roja 21ê Cotmeha 2018an de hatin ragihandin.
Rêjaya beşdariya hilbijartinê ji %59 e. Di hilbijartina 2013an ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de rêjeya beşdariyê ji %73 bû.
Partiyên Başûrê Kurdistanê helbete ku divê sebebên vê kêmbûna rêjeya beşdariya hilbijartinê tesbît bikin û divê li dengê gelê Kurdistanê guhdar bikin, çareyan ji pirs û pirsgirêkên heyî re peyda bikin.
Lê ligel hemû kêmayiyên heyî jî, ev îradeya ku di hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de derketiye holê îradeyeke meşrû û demokratîk e. Em bangî hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku rêzê li vê îradeyê bigirin.
Em weke partiya ku di hilbijartinê de yekem derketiye PDKyê pîroz dikin. Herwiha em hemû partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûne jî pîroz dikin. Em rêzê li helwesta ew kesên ku neçûne ser sindoqan jî digirin.
Em bangî hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku, li ser hişmendiyeke netewî û niştimanî li destkeftiyên federalî û destûrî yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin. Herwiha li hemberî tunehesibandina îradeya referendûma serxwebûnê ya meşrû û demokratîk jî bi yek helwest rawestin, li encamên referandûma serxwebûnê xwedî derkevin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin