PAK Ewropa: Sedsalîya Ala Kurdistanê li hemû gelên Kurdistanê pîroz be!
Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)-Ewropa ji ber sedsalîya ala Kurdistanê daxuyanîyek belav kir
Navenda Nûçeyan- Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)-Ewropa ji ber sedsalîya ala Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de PAK-Ewropa wiha got:
"...Ey Ala Kurdistanê sêrengîn, ey nîşana bilindîya Kurdistanê!...
Rengê te yê sor şahide ku tu bi xwîna Kurdan hatîye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakîya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwanîya axa Kurdistanê ye......"
Sal 1919-1920. Osmanî di Şerê Yekem yê Cîhanê de têk çûne. Hestên netewî li hemû cografya ku Osmanîyan kiribûn bin destê xwe pêl dane. Bi alîkarî û fîtikên zirdewletên dinyayê û bi xeyalên ku axa xwe û xelkên xwe bi destên xwe rêve bibin, li her dera axa kevn a Osmanîyan tevger û serîhildanan rûdidan.
Ronakbîrên Kurd bi taybetî jî piştî peymana Sewrê, bi hêvîyên Kurdistaneke serbixwe, li Îstenbolê di nav xebateke gurr û bi lez da ne. Yên ku serxwebûnê dixwazin ji KurdîstanTealî Cemîyetî veqetîyane, xwe di nav Kurdistan Îçtîmayê Cemîyetî de rêxistin dikirin. Serokatîya cemîyetê malbata Bedirxanîyan, Cemîl Paşa, Baban û ronakbîrên Kurd yên din dikirin.
Wek hazirî, yek ji projeya wan çêkirina ala Kurdistanê bû. Ew ala Kurdistanê ku ya çar reng, sor, sipî, kesk û di navê de roja zer, di wê demê de hat pejirandin.
Lê mixabin gelek dirêj najot bêyî ku peymana Sewrê têkeve jîyanê, peymana Lozanê hat îmze kirin. Bêyî ku ala rengîn ji alîyê Kurdistanîyan ve bê naskirin li çîya û deştê Kurdistanê pêl bide, tevgera Kurdistanê têkçû.
Lê ew kurdên ku biryara ala rengîn dabûn, ji bo neyên girtin û kuştin xwe avêtin Başûrê Rojhilatê Kurdistanê ku di bin destê Fransizan de bû. Her ew wek Bedirxanîyan, malbata Cemîl paşa û ronakbîrên wek Memduh Selîm, Hemzeyê Muksî di nav avakirin û rêvebirina Xoybûnê de jî beşdarbûn. Ew alaya ku wan berê li serê biryar dabûn, bû malê Xoybûnê. Xoybûnê bi biryar wek ala Kurdistanê qebûl kir.
Ew ala rengîn a ku Kurdîstan Îçtîmaye Cemîyetî û Xoybûnê biryara wê dabûn, cara yekem 1929an de li Çîyayê Agirîyê pêl da, di sala 1946an de, di demekkin de qad û kuçeyên Mahabadê xemiland. Ew al bi destê Mele Mustafa Barzanî gihîşt Başûrê Kurdistanê li gelî û deştên başûr li ba bû.
Ala Kurdistanê, ew reng û motîvên sedsal berê, roja 17yê Çileya Pêşîn a 2009an de, ango deh sal berê ji alîyê Parlamentoya Kurdistanê, bi yasayî bû ala Herêma Kurdistanê.
Ew al li ser kela Hewlêrê, digel gef û tehdîdênTirkîyê, Îranê û Erebên nijadperest bi nazikî pêl dide.
Ew al li her çar beşên Kurdistanê di dilê her Kurdên welatparêz de veşartîye. Ew al ew ê di rojên pêş de li hemû perçeyên Kurdistanê bi azadî pêl bide. Tu hêz wê nikaribe li hember vê pêlê raweste
Sedsalîya ala Kurdistanê li hemû gelên Kurdistanê pîroz be!
PAK-Ewrûpa
(Piştgirên PAKê li Ewrûpa)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin