PAK: Ji bo ku malbatên Kurdan zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin 4 roj mane
.
PAK: Ji bo ku malbatên Kurdan zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin 4 roj mane.
"Ji bo ku malbatên Kurdan zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin 4 roj mane
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Dersa Bijarte, ango dersa zimanê Kurdî(Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) di hemû dibistanan de ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê mafek e û niha dema serlêdanê vî mafî li dibistanan destpê kiriye û dê heta 22yê Çileya Paşîna 2021an berdewam be. Xwendekar divê heta 22ê Çileya Paşîna 2021an dersên xwe bibijêrin û rêveberîya dibistana xwe di vê derbarê de agahdar bikin.
Em wek miletê Kurd ji alîyekî ve ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zamanê Kurdî û fermî kirina zimanê Kurdî divê em xebatên xwe bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî divê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de jî qeyd bikin."
19.01.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin