PAK li Dîlokê beşdarî tazîyeyan bû, li Batmanê jî qetlîama Dîlokê protesto kir
PAK li Dîlokê beşdarî tazîyeyan bû, li Batmanê jî qetlîama Dîlokê protesto kir
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sınır, endamê Komîteya Birêveberîya navendî Abdurahman Ecer, serokê Teşkîlata Amedê Hanifi Turan, Şêwirmendê Serokê Giştî Eyup Alacabey, endama Komîsyona jinan Zînet Dînçer, li gel endamên PAKê yên Dîlokê îro beşdarî tazîyeya şehîdên teqîna roja 20.08.2016an bûn.
Heyeta PAKê pêştir beşdarî şîna ku li Komeleya Perwarîyan berdewam e bûn. Li vê derê heyeta PAKê ji alîyê malbatên şehîdan ve hate pêşwazî kirin. Navê PAKê hate anons kirin û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sınır,li cîhê şînê bi axaftineke kin qatîl û piştgirên wan rûreş kir; sersaxî , sebir û metanet ji malabtên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest. Nurî Sinir got ‘’Bêdewletbûn sebeba van qetlîam û jenosîdan e. Lê tu hêz dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire’’.
Heyeta PAKê piştî vê seredana cîhê şînê , li Nexweşxaneya Dewletê hinek ji birîndarên teqînê zîyaret kirin. Malbatên birîndaran pêşewazî li heyeta PAKê kirin. Heyeta PAKê li vê derê ji birîndaran re şîfaya xêrê xwestin.
Piştî zîyareta birîndaran , heyeta PAKê çû cîhê ku teqîn lê çêbibû. Li wê derê jî rêz li şehîdan girtin û qurnefîl danîn cîhê qetlîamê.
Heyeta PAKê, herî dawîyê çû ser mezelên şehîdên vê teqînê. Li ser mezel ji alîyê malbatên şehîdan hatin pêşewazî kirin. Heyetê li vê derê fatîha xwend û qetlîam careke din rûreş kir.
PAKê li Batmanê qetlîama Dîlokê protesto kir
Teşkîlata Batmanê ya PAKê roja 22.08.2016an di saet 18.00an de, li ber Parka Ataturk ya Batmanê bi daxuyanîya çapenîyê, qetlîama Dîlokê protesto kir.
Çalakî bi rêz girtina ji bo şehîdên Dîlokê û hemû şehîdên Kurdistanê destpê bû.
Piştî rêz girtinê, Serokê Teşkîlata Batmanê yê PAKê Aziz Ozdemir daxuyanîyek da. Aziz Ozdemir qatîl û piştgirên wan rûreş kir, sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest û weha got:
‘’ Ev qetlîama ji alîyê kê hatibe kirin jî, ev berdewamîya yek ji wan qetlîam û jenosîdên li ser miletê Kurd pêk hatine ye. Dijminên miletê Kurd ev qetlîama hovane lidar xistine.
Ewên ku van qetlîaman dikin dixwazin, gelê me bi van rêyên terorî tehdîd bikin, têkoşîna azadîya gelê Kurdistanê bitefînin.
Ewên ku van qetlîaman dikin du rêyan didin ber gelê me:Yan hûnê ji Kurdistanê derkevin, vala bikin , an jî hûnê teslîmî me bibin, dest ji daxwazên xwe yên rewa yên netewî berdin; heger hûn vê pêk neynin her rojên we dê bi mirin û wêranîyê bê hûnandin.
Lê doza azadîya Kurdistanê eve 200 sale berdewam e. Tu kes bi provakasyonan, bi qetlîam û jenosîdan dê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Kurdistan dê her azad bibe.
Îro roj roja yekgirtin, hevkarî, tifaqên netewî, Kurdistanî ne. Roj roja bilind kirina daxwazên netewî, nirxên Kurdistanî ne’’.
Piştî xwendina daxuyanîyê beşdarên çalakîyê 5 deqîqeyan bi rûniştinê protestoya xwe berdewam kirin, paşê çalakî bidawî hat.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin