PAK li Îzmîrê beşdarî merasîma cenazeyê keça Kurd Deniz Poyrazê bû
.
A+A-
Nîjadperestekî Tirk ê bi navê Onur Gencer roja 17.06.2021ê bi çek avêtibû ser avahiya Şaxa Îzmîrê ya HDPyê û xebatkareke HDPyê ya bi navê Deniz Poyraz bi guleyan kuştîbû.
Cenazeyê keça Kurd Deniz Poyrazê îro(18.06.201) bi beşdarîya girseyeke mezin li Îzmîre hate veşartin.
Rêveber û endamên HDPyê, nûnerên partîyên sîyasî û dezgehên sivîl û bi hezaran kes beşdarî merasîma cenzeyê Deniz Poyrazê bûn.
Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş û endamên PAKê jî li ser navê PAKê beşdarî merasîma cenazeyê keça Kurd Deniz Poyrazê bûn.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin