PAK, li ser girtina Ermîşî wê sibê li Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê
Hate ragihandin ku Partiya Azadiya Kurdistanê, li ser desteserkirin û girtina Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş û endamên din, li Amedê sibê saet 11.00an de dê civîneke çapemeniyê li dar bixe û raya giştî agahdar bike.
"Vexwendina ji bo civîna çapemenîyê:
Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermîş Hate Girtin
Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş di roja 14.02.2018an de li Îzmîr a bajarê Tirkiyeyê, bi hinceta parvekirinên di sosyal medyayê de, ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Mehmet Ermiş di Emniyeta Îzmîrê de, 9 roj desteserkirî ma, paşê jî di roja 22.02.2018an de derkete ber dadgehê û dadgehê biryara girtina wî da.
Ji bo şermezarkirina biryara girtina Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş û ji bo agahadariyên di derbarê desteserkirin, girtin û cezayên ku li rêvebir û endamên partiya me hatine birîn de, em ê civîneke çapemeniyê li dar bixin. Em hemû gelê xwe dawetî vê civîna çapemeniyê dikin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"
Cîh: Teşkîlata Amedê ya PAKê (Gevran Caddesi Kocakaya Apt. Kat:2 No:4, Yenişehir /Diyarbakır)
Roj: 24.02.2018
Saet: 11.00
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin