PAK li Swêdê beşdariya pîrozbahiya 76 saliya PDKê bû

PAK li Swêdê beşdariya pîrozbahiya 76 saliya PDKê bû

.

A+A-


PDK şaxa Swêdê li baregeha Komeleya Gulanê bi munasebeta salvegera 76emîn a PDK ahengek pêk anî. Li ser navê PDKê Qadir Twana axaftin kir.

Di axaftina xwe de di dîroka Kurdistana Başûr de rola PDKê anî ziman. Birêz Qadir Twana salvegera serokê PDKê Mesûd Barzanî ku îsabetê heman rojê dike pîroz kir. Herweha kêfxweşiya xwe ji bo biryara yekkirina her du PDKê Rohilat anî ziman.


Di ahengê de, di nav axaftvanan de parlamenterên Swêdê yên ku kurd in Kadir Kasirga, Serkan Kose jî hebûn.
Gelek peyamên pîrozbahiyê ji aliyê partî û rêxistinên kurdan hatin xwendin. PAK-Swêd jî wek delegasyon beşdarîya ahenga 76 saliya damezrandina PDK bû. Beyana pîrozbahiyê ya PAK- Swêdê li jêr e:

” 76 saliya Partiya Demokrat a Kurdistanê li gelê Kurd pîroz be
Em wek dilxwazên Partiya Azadîya Kurdistanê li Swêdê 76 saliya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin. Em silavên xwe yên germ ji giyanê hemû şehîd û kedkarên partiyê ku ji Mahabadê heta şoreşa Îlonê, ji wir heta şoreşa Gulanê, ji wir heta damezirandina Kurdistana Federe ku hêvî û ûmîda miletê Kurd li ser milên xwe berz kirine.
Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, dîroka 76 salên Başûrê Kurdistanê ye. Ew agirê Kurdistana Başûr pêketî tîna xwe da sê aliyên din yê Kurdistanê jî. Vegere Mele Mustafayê Barzanî û pêşmergeyên PDKê ji Yekîtiya Sovyetê, pêla ruhê Kurdayetiyê ne tenê li Başûrê Kurdistanê herweha li Bakur, Rojava û Rojhilat jî bilind kir. 11 salên herî tarî yên seranserê Kurdistanê çirand.


Em wek PAK di riya Kurdistaneke azad û serbixwe de, we hevkarên xwe yên herî nêzîk dibînin, serkeftinên wê yên Başûr, ji bo me dibe enerjiyeke xurt li Bakurê Kurdistanê jî.

Her serkeftî bin!


PAK-Swêd

2-322.jpg6-130.jpg1-283.jpg3-295.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin