PAK: Malbatên Kurdan heta roja 21.01.2021ê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin
.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê rewşa kurdî daxuyaniyek belav kir û bang li malbatên kurd kir zarokên xwe li dersên kurdî qeyd bikin.
Daxuyaniya PAKê wiha ye:
Malbatên kurdan, heta roja 21.01.2021ê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dersa bijarte, ango dersa zimanê kurdî di hemû dibistanan de ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê mafek e û niha dema serlêdanê vî mafî li dibistanan destpê kiriye û dê heta 22yê Çileya Paşîna 2021an berdewam be. Xwendekar divê heta 21ê Çileya Paşîna 2021an dersên xwe bibijêrin û rêveberîya dibistana xwe di vê derbarê de agahdar bikin.
Em wek miletê kurd ji alîyekî ve ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zamanê kurdî û fermî kirina zimanê kurdî divê em xebatên xwe bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî divê em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de jî qeyd bikin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin