PAK: Netewên Yekbûyî Divê Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê Bicîh Bîne

PAK: Netewên Yekbûyî Divê Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê Bicîh Bîne

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di derheqê 72emîn salvegera pejirandina Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên têkildarî wê û parêzvanên mafên mirovan kir.

Daxuyanîya ji Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê hatîye belav kirin, wiha tê gotin:

“Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

 

Roja 10ê Çileya Pêşîn a 1948an de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ji 30 xalan pêkhatî, di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hate pejirandin û ev roj weke Roja Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin.

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan piştî Şerê Duyem ê Cîhanê hate pejirandin ku di we demê de mafên mirovan gelekî dihate binpê kirin.

Lê di demeke kurt de, diyar bu ku wan dewletên ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kiribûn , wan bi xwe ev danezana binpê kirin.

Îro heger em behsa miletên ku mafên wî yê mirovî û netewî tê binpê kirin bikin, bêyî teredut, emê bibînin ku miletê Kurd di rêza yekem de ye.

Cihê mixabinî ye ku yekemîn saziya ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê binpê kiriye, pêwîstîyên wê bicîh neanîye û vê danezanê neşopandiye, dîsa Neteweyên Yekbûyî bixwe ye.

Îro jî li ber çavên Netewên Yekbûyî, Miletê Kurd tûşî êrîşan, binpê kirinên mafên mirovî û netewî dibe.Jinên Kurdan tûşî êrîşên cinsî dibin.

Nuha em dipirsin: Em demên ku berîya îmzekirina vê Danezanînê danîn alîyekî, ji 10ê Çileya Pêşîna 1948an û vir de, ji bo zimanê Kurdî yê qedexekirî, jibo maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan ên binpêkirî, ji bo komkujî û qirkirinên ku li ser Kurdan hatine pêkanîn, ji bo îşkence û zindanîkirinan, ji bo mafên azadiya fikirandin û birêxistinkirinê yên binpêbûyî yên gelê Kurd, ji bo erişên li ser jinên Kurd, Neteweyên Yekbûyî heta nuha çi kiriye?

Ji bo Kurdên ku mafên wan di her 30 xalên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bi awayekî eşkere hatine binpêkirin Netewên Yekbûyî heta nuha çi kirîye?

Em di 72yemîn salvegera pejirandina Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên têkildarî wê û parêzvanên mafên mirovan dikin: Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd ku ji 50 mîlyonî zêdetir in. Ji bo bicîhanîna mafên mirovî yên bingehîn ên gelê Kurd, ji bo bidestxistina mafên Kurdan ên ku di nav Danezana Gerdûnî ya Mefên Mirovan de hatine pênasekirin, em bang li we dikin ku demildest gavan biavêjin.

Herweha em bang li dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî dikin ku pêdiviyên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bicîh bînin.”

10.12.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin