PAK şehîdên 1984ê yên girtîgeha Amedê bi bîr anî
"Ew hemû welatperwerên ku di zîndanan de û di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd ketine bi gramî bi bîr tînin"
A+A-
PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) di salvegera şehîdbûna girtiyên Girtîgeha Amedê Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Cemal Arat, Yilma Demir û Remzi Akyurek daxuyaniyeke da.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê; di daxuyanîyê de diyar kir ku di sala 1984an meha Çileya Paşîn de li Hepisxaneya Amedê, welatperwerên kurd li himberî zulmê berxwedanek destpêkirin û di vê berxwedanê de gelek welatperwer şehîd ketin.
“Ew şehîdên Çileya Paşîn a sala 1984an, Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Cemal Arat, Yilmaz Demir û Remzi Akyurek û hemû welatperwerên ku di zîndanan de û di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd ketine bi gramî bi bîr tînin."
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin