PAK û PSK: Çalakîyên gelên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Iraqê meşru ne: Em piştgirîyê dikin.
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyanîyekê piştgirî dan protestoyên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Iraqê.
Navenda Nûçeyan
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyanîyekê piştgirî dan protestoyên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Iraqê.
Daxuyanîya hevpar ya PAK û PSKê wiha ye:
Gelên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Iraqê eve demeke li himberî desthilatdarîyên Îranê û Iraqê protestoyan li dar dixin.
Li Iraqe, bi taybetî li herêmên Şiînişîn, çalakiyên gel yên li himber Hikumeta Bexdayê eve du mehên berdewam in. Gelê Iraqê li himberî gendelîyê, xizanîyê, buhayîyê, çewsandinê û tunabûna xizmetguzarîyê nerazîbûna xwe nişan dide, li himberî zilm, zordarî û neheqîyê doza azadî û demokrasîyê dike.
Em piştgirîya çalakîyên girseyî yên meşrû û ji tûnd û tûjîyê dûr yên gelê Iraqê dikin.
Hikumeta Iraqê li cîyê ku daxwazên gel bicîhbîne,bi tundî û bi awayekî hovane êrîşî çalakvanan dike. Heta niha ji ber zordarî û erîşên hêzên serbaz û mîlîsên Dewleta Iraqê bi sedan kes hatine qetilkirin û bi hezaran kes birîndar bûne.
Li aliyê din hinek derdorên sîyasî yên Iraqê dixwazin çalakîyên gel ji xwe re bikin firsend da ku, destkeftin û mafên gelê Kurdistanê yên di Qanûna Bingehîn û Sîstema Federalî de ji holê rakin.
Divê hemû alîyên Başûrê Kurdistanê bi sîyaset û yekgirtineke netewî li dijî van planên qirêj yên xêrnexwezan hişyar bin û helwestê bigirin. Parastin û pêşde birina hemû destkeftîyên gelê Kurd û Kurdistanê yên di Destûra Federalî de watinîyeke netewî û niştimanî ye. Ji ber vê yekê em bangî Parlamento, Hikûmet û hemû partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê dikin da ku di peywendîyên li gel Bexdayê de, ji bo parastina maf û berjewendîyên gelê me yek helwest bin.
Ev demeke ku li li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê jî bi deh hezaran kes li himberî rejîma xwînmij a Îranê serî hildane, derketine kolan û meydanan.
Bi taybetî piştî ku Dewleta Îranê buhayê benzînê bilind kir, gelên İranê bi xwepêşandan, grev û çalakîyên sivîl ev zêdekirina buhayê benzînê protesto dikin.
Dewleta Îranê jî wek Hikûmeta Bexdayê êrîşên hovane dibe ser gelên sivîl û çalakvanên aştîxwaz. Di encama êrîşên ku li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê li ser gel hatîye kirin de , heta nuha bi sedan kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne. Protestoyên gel hîna jî bi awayekî girseyî berdewam in.
Çalakîyên îro li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê rûdidin, ji alîkî ve li himber gendelî, xizanî û bêdadîyê ne, ji aliyê din ve dijê rejima dikatorî ya nijadperest û mezhebi ya Farisî ne.
Taybetîyeke çalakîyên li Rojhilatê Kurdistanê jî heye; Gelê Kurd tenê li himber gendelî, xizanî û neheqiyên civakî dernakeve, di heman wextê da daxwaza mafên xwe yên mîlli dike, li seranserê ji bo Îranê daxwaza demokrasîyê, jibo Kurdistanê jî dawa azadî û federalîyê dike.
Ji ber vê yekê ye ku rejîma şoven û zordar li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî tundtir êrîşî çalakvanan dike û bi sedan kesên sivîl û bêçek qetil dike.
Em têkoşîna gelê mê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadî, edalet û demokrasîyê wek têkoşîna xwe dibinin. Em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne, em piştgirîya wan dikin.
Pêkanîn û xurtir kirina tifaqeke netewî û demokratîk ya hemû partîyên Rojhilatê Kurdistanê îro ji hemû demê zêdetir pêwîst e û erkeke dîrokî ye.
Hevkarî û tifaqa partîyên Rojhilatê Kurdistanê û yên nûnerên hemû gelên Îranê dê têkoşîna li dijî Dewleta Îranê xurtir bike.
Em piştgirîya çalakîyên girseyî yên meşrû û aştîyane yên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin.
Em şîdet û êrişên Dewleta Îranê û Dewlet Iraqê yên li ser çalakîyên sivîl yên gel şermezar dikin.
Em bangî Netewên Yekbûyî, Emerîka, Rûsya, Yekitîya Ewrûpa, Yekîtîya Erebî, rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan û raya giştî ya cîhanê dikin da ku di daxwaz û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, edalet û jîyaneke birûmet de piştigrîya gelên Îranê, Iraqê û Rojhilatê Kurdistanê bikin. Divê bi yekdengî hûn ji van kiryarên Dewleta Îranê yên ji mirovahîyê dûr re bêjin ‘bes’e. Divê bi awayeke xurt hûn parastin û piştgirîyê li destkeftinên gelê Kurdistanê yên di Qanûna Bingehîn a Federalî a Iraqê de bikin.
27.11.2019
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin