PAK û PSK li Îzmîrê Konferansek li ser Zimanê Kurdî li dar xistin
Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî, roja 25. 02.2017an li Îzmîrê ji alîyê PAK û PSKê konferansa zimanê kurdî hate li darxistin.
A+A-
Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî, roja 25. 02.2017an li Îzmîrê ji alîyê PAK û PSKê konferansa zimanê kurdî hate li darxistin.
Konferans bi moderatorîya sîyasetvanê Kurd Mehmet Ermîş, Nivîsikar Ahmet Aras, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKê Nevzat Teker, Nûnerê PAKê yê Îzmîrê Nîyazî Çetînok wekî axaftvan beşdarî Konferansê bûn.
Nivîskar Ahmet Aras di derbarê dîroka edebîyat û zimanê kurdî de, Nevzat Teker di derbarê sîyaseta Dewleta Tirkîyê ya asîmîlasyonê û wazîfeyên sîyasetvan û rewşenbîrên kurdan de, Nîyazî Çetînok jî girîngîya zimanî di netewebûnê de anî ziman.
Konferans bi pirs û beşdarîya xwe konferanseke berhemdar bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin