PAK û PSK Roja Ala Kurdistanê li Stockholm pîroz kir
Komîteyên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan(PSK)yên Swêdê roja 17.12.2019an bi şevahengekê roja Ala Kurdistanê pîroz kir. Aheng li pirtûkxaneya kurdî li Stockholm hat li darxistin
Navenda Nûçeyan- Komîteyên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan(PSK)yên Swêdê roja 17.12.2019an bi şevahengekê roja Ala Kurdistanê pîroz kir. Aheng li pirtûkxaneya kurdî li Stockholm hat li darxistin
Pirozbahî bi Sirûda Ey Reqib hate vekirin.
Li ser navê PSK û PAKê Kovan Amedî gotarek pêşkêş kir. Kovan Amedî di gotara xwe de da diyarkirin îro ne tenê Roja Ala Kurdistanê ye, her weha li Rojhilatê Kurdistanê wek Roja Pêşmerge jî tê pîroz kirin. Amedî got:
”Li gor raya me, Yekitiya Netewî bi partî û rêxistinên Kurdistanî li jêr ala Kurdistanê, bi nirxên netewî, li cografiya Kurdistanê û dema rewş jê ra kamil be, dikare bê avakirin. Ango yekîtiyek netewî ku hemû beşên Kurdistanê jî bigrê nav xwe, divê rewş jê ra kamil be… Lê partî û rêxistinên her beşek Kurdistanê dikarin yekitiyek Netewî li herema xwe pêk bînin û ew zemîna heye.
Halbûkî Kurd potansiyelek pir mezin in. Eger yekîtiyek wan yê bi rêk û pêk hebe, dikare denga Tirkiyê bigorîne û ji bo bi destxistina mafên xwe bibe zextek giran li ser dewleta Tirkiyê. Ew yeka her tim dikare bibe, eger Kurd li dû siyaseta şaş nemeşin…”
Nimet Mumtaz Aydin, li ser dîroka Ala kurdistanê axifî. Di axaftina xwe de da diyarkirin ku Ala Kurdistanê sed sal berê bi şekil û rengê xwe yê nuha, ji aliyê Cemîyeta Îçtimaiya Kurd li Stenbolê hatiye amadekirin. Aydin dom kir: ”Sala 1927an de Xoybûnê jî her ev al wek Ala Kurdistanê pejirandiye û di hemû kovar û weşanên xwe de Ala Kurdistanê derxistiye pêş. Di serîhildanên Kurdan de cara Yekem di serîhildana Agirîyê de Ala Kurdistanê bilind bûye. Li Mahabadê jî her ev al bi hin guhetinên biçûk wek Ala Kurdistanê hatiye qebûlkirin. Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistan sala 1999an her ev al wek Ala Kurdistanê biryara wê girtiye. Di sala 2009an de dîsa parlamento 17ê Çileya Pêşîn wek roja Ala Kurdistanê yasa derxistiye. Loma em îroj li vir sedaliya Ala xwe pîroz dikin. Ev al nirxeke netewîye, li gel vê rastiya tarîxê yên ev al wek ala xwe qebûl nakin niyeta wan ne paqij e”.
Her weha Ehmed Kakamenî ji Hizbî Demokrat a Kurdistana Rojhilat li ser dirok û rengên Ala Kurdistanê axaftin kir!
Li ser navê HEVKARÎ yê Roza Kurdi gotar pêşkeş kir. Roza Kurdî got: Tiştê ku gelan ji hev cuda dike û nasnama wî dide xuyanîkirin, ziman û ala wî ye. Al, û ziman û welat sembola miletan e. Al Sembol û nîşana taybetmendî û cudahya gela ye. Her alayek cudahiyekê wê heye. Reng û wêne bi serê xwe peyameke ji pêkhatinên wî gelî ye. Her sal di vê rojê de 17/12 li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê, û li seransera cîhanê û di nav kurdên di diaspora de, Roja Alaya Kurdistanê bi kêf û şadî tê pîrozkirin”.
Helbest li ser Ala rengîn hatin xwendin û hunermendên ciwan bi deng û stranên xwe yên xweş, reng dan ahengê.
Di nav beşdaran de nûnerên Partîyên siyasî, dezgehên sivil û rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedar hebûn.
2019.12.17
Rûpela Nû Stockholm
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin