PAK û PSKyê li Amedê panela bi navê ‘’ 95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar xistin
Bi minasebeta 95emîn salvegera destpêka Tevgera Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû, bi organîze kirina PAK û PSKyê li Amedê di roja 13.02.2020an de paneleke bi navê “95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar ket.
Navenda Nûçeyan - Bi minasebeta 95emîn salvegera destpêka Tevgera Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû, bi organîze kirina PAK û PSKyê li Amedê di roja 13.02.2020an de paneleke bi navê “95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar ket.
Moderatorê panelê, rewşenbîr, nivîskar û helbestvanê Kurd Enwer Karahan bû.
Axaftvanên panelê jî, Nivîskarê Kurd Amed Tîgrîs, Lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bûn.
Panel li Odeya Muhasebecî û Malî Muşawîran a Amed birêveçû.
Gelek sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrên Kurd, endamên Komeleya Şex Seîd beşdarî panelê bûn.
Panel ji 3 beşan pêk hat. Di beşa yekem de Enver Karahan helbestek di derbarê Tevgera Şêx Seîd de xwend. Di başa yekem û duwem de panelîstan derbarê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû de agahdarî dan û bîr û bawerîyên xwe di anîn ziman.
Di beşa sêyem de jî beşdarên panelê bîr û rayên xwe anîn ziman, pirsên xwe kirin û panelîstan jî bersîva dan.
Panelê 2 seetan berdewam kir û bi awayekî berhemdar bi dawî hat.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin