PAKa Batmanê serdana Baroyê kir

PAKa Batmanê serdana Baroyê kir

Şandeyeke ji Serok û rêvebirên wê pêkhatî ya Partiya Azadiya Kurdistanê, doh 21ê Mijdarê bi hilkefta hilbijartina rêvebiriya nû, çû serdana Baroya Batmanê.

A+A-

Şandeyeke ji Serokê PAKê Aziz Özdemir, ji lijneya rêvebiriyê M. Tahir Bilik, Meryema İna, Mehmet Nuri Canpolat û Ramazan Yalçınî pêkhatî, bo pîrozkirina rêvebiriya nû doh 21ê Mijdarê çûn serdana Baroya Batmanê.

Şandeya PAKê ji aliyê Serokê Baroya Batmanê Abdulhamit Çakan û ji lijneya Rêvebiriyê Ferhat Özdemir û Mennan Öncü ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin.

Şandeya PAKê rêvebiriya nû hilbijartî pîroz kir û peywir û berpirsiyariya wê anîn zimên ku di vê şertên awarte de ku li welatekî ku bi KHKyan tê birêvebirin bicihanîna erka hıqûqê zor e. Şandeyê serkeftin ji wan re xwest. 

Serokê Baroya Batmanê Abdulhamit Çakanî jî siapasiya xwe pêşkeşî şandeya PAKê kir. Çakan û rêvebiriya Baroyê gotin, li Tirkiye û Batmanê, pirsgirêkên gelekî giran ên civakî û siyasî têdikoşin û bi xebat û libatên cidî, hewla çareseriya van pirgirêkan didin.

Herdu alî, li ser mijarên rojane û hilbijartinên herêmî jî şêwirîn û bale kişandin girîngiya piştevaniyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin