PAKê bi gelek çalakîyan ji malbatên kurdan re daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî bibijêrin
.
PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi çalakî û xebateke berfireh , bangî malbatên kurdan kir da ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) bibijêrin.
PAKê li Amedê, li Mêrdînê, li Batmanê, li Wanê bi belav kirina broşurên li kolan û cadeyan, bi darve kirina pankartan, bi afîşên li ser bîlbordan, bi daxuyanîyên taybet, bangî malbatên Kurdan kir da ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî bibijêrin.
Ji bo bijartina dersa bijarte ya kurdî, roja 07.02.2022yê roja dawîyê ye.
Em careke din bangî gelê xwe dikin da ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî bibijêrin.
Ji bo ku sala bê bi sedhezaran kurd dersa bijarte ya kurdî bibijêrin, divê van xebatên ji bo bijartina dersa kurdî bibe destpêkek.
Herweha, xebata ji bo bijartina dersa kurdî, ji îro pê ve, divê bi organîzasyon û bernameyeke xebatê ya rêk û pêk, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirin bibe pêngavek, bibe bingehek.
Divê kampanyaya îmzeyê ya ku PZK(Platforma Zimanê Kurdî) û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo fermîbûn û perwerdehîya zimanê kurdî dimeşînin, bê geş kirin, bê xurt kirin.
05.02.0222
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Bixwîne: PAKê li Amedê broşurên ji bo dersa bijarte ya kurdî belav kir
Bixwîne: PAKê li Batmanê broşurên ji bo dersa bijarte a kurdî belav kir
Bixwîne: PAKê li Wanê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin
Bixwîne: PAKê li Amedê bi pankartan ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin
Bixwîne: Henîfî Turan: Dersa Kurdî hilbijêrin û li her derê bi Kurdî biaxivin
Bixwîne: Li Qoserê Polîsan midaxaleyî belav kirina broşurên PAKê yên ji bo dersa bijarte ya kurdî kirin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin