PAKê êrîşa li dijî HDK û PDKÎ şermezar kir

PAKê êrîşa li dijî HDK û PDKÎ şermezar kir

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK êrîşa dewleta Îranê ya li dijî baregehên HDK û PDKÎ ku îro pêk hatibû rûreş kir. Di peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve hatî şandin de wisa hate gotin:

A+A-

"Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên HDK û PDKÎ yê rûreş dikin


Dewleta Îranê ji bêdengiya cîhanê jî cesaretê digire û her roj çend gêncên Kurdan darve dike. Îro jî vê siyaseta xwe ya dagirkerane bi êrîşên bombeyî berdewam dike. 


Dewleta Îranê îro (08.09.2018) bi mûşek û firokeyên bêfirokevan baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin. Li gorî agahiyên heyî heta niha 14 kes şehîd û 42 kes jî birîndar bûne.


Em sersaxiyê ji herdu partiyên me yên welatperwer, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin û em dibêjin xwedê şîfaya xêre bide birîndaran.


Em bangî hemû partiyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpayê û raya giştî ya cîhanê dikin da ku li hemberî van êrîşên Dewleta Îranê bêdeng nemînin. Bila Netewên Yekbûyî û Yekitiya Ewrûpayê bi biryar û helwestên encamwergir ji Dewleta Îranê re bêje 'bes e'.


Em ji ber van êrîşên wan ên hovane Dewleta Îranê rûreş dikin. Çawa ku heta îro tu hêzê nekarîbûye bi kuştin ,qetlîam, jenosîd ,enfal û darvekirinan ve rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire, ji îro pê ve jî dê tu hêz nikaribin rê li ber doza me ya rewa ya azadiyê bigire.
08.09.2018


Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin