PAKê li Batmanê broşurên ji bo dersa bijarte a kurdî belav kir
.
A+A-
PAKê li kolan û cade û bazarên Batmanê(Êlih) broşur belav kir û ji malbatan daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin.
Gelê Batmanê bi eleqeyeke germ pêşewazîya broşurên PAKê kir.
Proseya dersên bijarte
Proseya dersên bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja 3yê Çileya 2022yan ve berdewam e.
Li gor rêziknameya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8 dikarin heta 7ê Sibata 2022yan serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.
Îsal cudatir ji salên derbasbûyî kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî birêve diçe û eleqeyeke zêde heye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin