PAKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele) Bibîranî

PAKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele) Bibîranî

.

A+A-

Teşkilata Batmanê ya PAKê 04.05.2022an de li Batmanê saet di 14.00an de li avahîya PAKê Jenosîda Dersîmê bibîranî.

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şehîdên Desimê rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Ji alîyê Serokê PAK Şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PAKê hat xwendin. Di daxuyanî de:

"85 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ”Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê” ku di 4ê Gulana 1937an de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937an de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.

Ev gelek aşkereye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye."

Di berdewamîya daxuyanîyê de "Qirkirina Dêrsimê, piştî qirkirina etnîsîteyên ne misilman, xeleka sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir û sala 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin."

Daxuyanî bi xwendina "Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye tiştê dewlet bike ew e uzra xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastîyê bavêje. Dewlet dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyd Riza û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.

Di 85emîn salîvegera qirkirina Dêrsimê de em wan qirkirinên li hember gelê Kurdistanê bi nefretî protesto dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin." bi dawi hat.

Bîranîn bi belgefilmek bi navê "Kara Vagon" bi awayekî hestîyarî bi dawi bu..

1-254.jpg5-160.jpg2-282.jpg4-214.jpg4-215.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin