PAKê li ”Derîyê Mêrdînê” Wedat Aydin bi bîr anî
Di 25mîn salvegera şahadeta wî de hevalên wî yên PAKê li Diyarbekirê li goristana Derîyê Mêrdînê Wedat Aydin bi bîr anîn
Îro,(10.07.2016) di 25mîn salvegera şahadeta wî de hevalên wî yên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)ê li Diyarbekirê li goristana Derîyê Mêrdînê Wedat Aydin bi bîr anîn.
Li ser mezelê wî cîgirêserokê PAKê Nuri Sinir, şewirmendê Serokê PAKê Eyyub Alacabey û endamê Meclîsa PAKê û heval û hemşerîyê wî Kutbettin Yildiz li ser wedat Aydin axaftin; bahsa jiyan, tekoşîn û xebata wî kirin. Medyaya kurdî alaqa nîşanê merasimê da.
Wedat Aydın di 25 sal berê di 05.07.1991an de li Amedê ji alîyê hêzên Dewleta Tirk ve ji mala xwe hate birin û bi awayekî hovane li qezeya Madenê hatibû qetilkirin û di merasima cenazeyê wî de bi dehan kes ji aliyê dewletê ve hatibûn kuştin.
Wedat Aydin kadroyekî KİP/DDKDê bû. Gava şehîd ketibû jî Serokê Şaxa Amadê yê HEPê bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin