PAKê li Mûş û Batmanê seredana şîna qurbanîyên teqîna Pasûrê kir
Heyetên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) li Mûş û Batmanê seredana şînên qurbanîyên teqîna Pasûrê(Qulp) kirin.
Heyeteke PAKê ya bi serokatîya Aziz Özdemir ê Serokê Şaxa Batmanê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) roja 15.09.2019an seredana şîna qurbanîyên teqîna Pasûrê kir.
Weke tê zanîn li Pasûr (QULP) a Navçeya Amedê, di roja 12.09.2019an de di encama teqînekê de, 7 kes hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.
Ji wan heft qurbanîyan 2 kes xelkê Sasunî û niştecîyên Batmanê bi navê Mehmet Bozyel û İhsan Çelikbilek bûn.
PAK Şaxa Batmanê bi şandekê seredana şîna (tazîye) qurbanîyan kirin.
Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir ji xizmên wan re sersaxî ,sebir û metanet xwest û got:
"Em ev êrîşa ku bi tu sedemê nayê qebulkirin û bi her cûreyeke êrîş û çalakîyên terorî yên ku zerarê dide sivîlan, bêyî teredut her tim şermezar dikin."
Heyeta PAKê li Mûşê seredana şîna qurbanîyên teqîna Pasûrê(Qulp) kir
Heyeteke PAKê ya ji rêvebir, endam û alîgirên PAKê pêkhatî bi serokatîya Abdullah Özten ê endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê roja 15.09.2019an li Mûşê seredana şîna Sinan Diger ê qurbanîyê teqîna Pasûrê(Qulp) kirin.
Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Abdullah Özten, li ser navê PAKê sersaxî ji Necmettin Diger ê lawê Sinan Diger re xwest û ev êrîşa terorî şermezar kir.
Li Batman û Mûşê her sê malbatên qurbanîyan spasîyên xwe pêşkêşî heyetên PAKê kirin.
15.09.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin