PAKê seredana PDK-Îranê û PAK a Rojhilat kir
PAKê seredana du partîyên Rojhilatê Kurdistanê; PDK-Îran û PAK a Rojhilat kir
A+A-
Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya roja 06.03.2017an , li Hewlêrê seredana PDK-Îranê kirin.
Heyeta PAKê ji alîyê Mihemed Salih Qadrî yê nûnerê Hewlêrê yê PDK-Îranê ve hate pêşewazî kirin.
Her du aliyan di derbarê peywendîyên herdu partîyan û rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.
Hevdudîtina PAK û PDK-Îranê di atmosfereke germ û dostane de derbas bû.
Her roja 06.03.2017an Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya, li cepheya şerî ya Kerkûkê seredana PAK a Rojhilat kirin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAK a Rojhilat Husên Yezdanpena û rêveberên PAK a Rojhilat pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin