
PAKê Seredana Sazîya Lêkolînê ya RAWESTê kir
.
A+A-
RÛPELA NÛ- Îro 15.0.2.2021 heyeta PAKê ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurulah Tîmûr û Vahît Aba pêkhatibû bi mebesta danûstandin û agahdarîyên nû seredana Sazîya Lêkolînê RAWESTê kirin. Heyet bi germahîyekî mezin ji alîyê rêvebirê RAWESTê rêzdar Roj Girasun ve hat pêşewazîkirin.
Heyeta Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê di derbarê rewşa sîyasî bi giştî û bi taybetî li ser rewşa sîyasî, aborî û civakî ya Bakûrê Kurdistanê û partîya xwe agahdarî dan.
Berpirsê RAWESTê rêzdar Roj Girasun jî di derbarê karên xwe de, behsa lêkolîn û projeyên xwe kirin.
Piştî sohbet û agahdarîyan, Herdû aliyan jî daxwaza berdewamiya têkiliyên bi vî rengî anîn ziman.
Hevdîtin di atmosfereke berhemdar de derbas bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin