Panel li ser nexş, dîn, mezheb, tarîx û zaravayê zazakî
Li Kitêbxana Kurdî li ser kurdên Zaza panelek hat dayîn. Mehmed Selîm Uzun li ser dîroka kurdên Zaza û erdnîgariya wê, li ser gruba xebatê ya zazakî û kovara VATE Îhsan Espar axivî.
Roza Kurd /Rûpela Nû-Stockholm
Li Pirtûkxaneya kurdî ya Stockholmê, li ser rewşa kurdên kirmanc/zaza û li ser zaraveya kirmanckî/zazakî panelek li dar ket. Panel ji aliyê Komeleya Nivîskarên kurd li Stockholmê hatibû amadekirin.
Mehmed Selim Uzun li ser di dîrokê de Kurdên zaza, cografya ku têde dijîn, dîn û mezheb, tarîx û rewşa kurdên zaza û zaravayê zazakî, bi berfirehî axivî. Kurdên Zaza li gor herêman, xwe weha bi nav dikin: Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî, zazakî. Uzun her weha li ser di tekoşîna netewî û demokratik de cîh û rola rewşenbîr û siyasetmedarên kurdên zaza mîna Şêx Seîdê Paloyî, Yado, Nureddin Zaza, Said Elçî û gelekên din û rola wan axivî.
Li ser gruba xebatê ya zazakî û kovara VATE ku bi zazakî derdikeve, Ihsan Espar axivî.
Li ser rewşa zaravayê zazakî gelek pirs hatin kirin û hat gotin ku zazakî di listeya UNESCO de di nav zaravayên di xeterê de ye. Beşdaran gelek pêşniyar kirin û gotin ku divê panelên weha werin lidarxistin bo ku guhê mirov hînî zaravayên kurdî bibe û li ser rewşa zaravayê Zazakî were rawestandin.
Hate gotin ku heger zaravayê zazakî di nav malbatan de neyê xeberdan ziman wê neyê xelaskirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin