Papayê Vatîkanê mir

Papayê Vatîkanê mir

.

A+A-

Papayê Vatîkanê Papa Francis di 88 saliya xwe koça dawî kir.

Rêberê rûhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Fransîs, piştî nexweşiyên ku demeke dirêj berdewam dikirin di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Vatîkanê li ser mirina Papa Francis daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya vîdyoyî ya ku ji aliyê Vatîkanê ve hatiye weşandin de, mirina Papa Fransîsê ku yekemîn rêberê Latin Amerîkî yê Dêra Katolîk a Romayê bû, hate piştrastkirin.

Papa Francis îro sibehê li gorî dema herêmê saet 07:35an jiyana xwe ji dest da.

Papa Fransîs ê 88 salî, di heyama 12 salên papatiya xwe de, gelek nexweşî derbas kiribûn.

Papa Francis kî ye?

Papa Francis, bi navê xwe yê ji dayikbûnê Jorge Mario Bergoglio, di 17ê Kanûna Pêşîn a 1936an de li Buenos Airesa paytexta Arjentînê hatiye dinê.

Malbata wî bi eslê xwe Îtalî ye, bavê wî karkerê rêya hesinî, diya wî jî xanima malê bû.

Jorge Mario Bergoglio, li Buenos Airesê dest bi xwendina xwe kiriye û di temenekî ciwan de perwerdeya teknîkeriya kîmyayê wergirtiye.

Lê belê di sala 1958an de, ketiye dibistana olî û tevlî terîqeta Cezwîtan bûye û dest bi perwerdeya teolojiyê kiriye.

Bergoglio ku di warên felsefe û îlahiyatê de perwerde dîtiye, di sala 1969an de wekî keşe hatiye tayînkirin.

Piştre di sîstema perwerdeya Cezwîtan de wekî mamoste û birêveber xizmet kiriye.

Di sala 1973yan de wekî Serekkeşeyê Cezwîtên Arjentînê hate tayînkirin û ev peywir 6 sal berdewam kir.

Di sala 1992yan de bû alîkarê piskoposê Buenos Airesê, di 1998an de jî wekî Serekpiskopos hate wezîfedarkirin.

Di sala 2001ê de ji aliyê Papa John Paulê 2yemîn ve nasnava Kardînal lê hate dayin.

Di 13ê Adara 2013an de, piştî îstîfaya Papa Benedictê 16emîn, wekî Papayê 266emîn hate hilbijartin.

Papa Francis, bi vê nasnavê, wekî yekemîn Papayê Latin Amerîkî û yekemîn Papayê ji eslê cezwîtan di dîroka Dêra Katolîk de cih girt.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin