Parêzer: Li Serê Kanîyê û Girê Sipî tawanên cengê rû didin

Parêzer: Li Serê Kanîyê û Girê Sipî tawanên cengê rû didin

Derbarê bipêkirinên girûpên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve, bi serê xelkên Serê Kanîyê û Girê Sipî tînin, rêxistina Human Rights Watch reportek belav kir û tê de daxwaz ji Tirikyê kir, li ser van binpêkirinan raweste û kesên berpirs dadgeh bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di raportekê de ku di 27ê vê Mijdarê de hate belav kirin, rêxistina Human Rights Watch dike, girûpên çekdar yên girêdayî oposizyona Sûrîyê nahêlin malbatên Kurd vegerin malên xwe yên di deverên di bin kontrola wan de ne, herwiha kesên ku vedigerin jî rastî binçavkirin û eşkencedanê tên. Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê dide zanîn, wan ta niha 10 kêseyên binpêkirinê li Serê Kanîyê û Girê Sipî belge kirine. 

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê Evîn Cuma ji K24ê re got: “Bi sed hezaran xelk ji herêmê derketine, hin ji wan hewl dan vegerin ser mal û milkên xwe, lê hin ji wan di rê de hatin kuştin û hin di malên xwe de hatin kuştin û gelek gilî û doz ji me re hatin, 10 kesên derbasî hundir bûbûn û derketin zanyarî dan me, çekdaran bi aşkere ji wan re gotine, cihê we li vir nemaye û ketina malên wan, dizî û talanî kirine û hin mal şewitandine”

Hin parêzerên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, TIrikyê dewleteke dagirker e, lê ew bi erkên xwe derbarê dagîrkirîya Serê Kanîyê û Girê Sipî de pêk nayine. Herwiha didin zanîn, li gorî yasayên navdewletî ew binpêkirinên girûpên çekdar yên digihin asta tawanên cengê.

Parêzer Ridwan Seydo ji K24ê re dibêje: “Diwazin guhartineke demografî çê bikin, gotinên Tirkîyê yên avakirina herêmeke ewle ne rast e, ew dixwaze demografîyê navçê biguhêre û nahêlin welatîyên Kurd vegerin mal û bajarên xwe, ev jî tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên cengê ne û dewleta Tirkîyê de jî di ber de berpirsyar e, li gor yasayên navdewletî û rêkeftina Lahay Tirkîye wek dewleteke dagîrker e û divê di hemû waran de bi erkên xwe rabe”.

Ji destpêka derbasbûna Artêşa Tirkîyê û girûpên çekdar yên girêdayî oposizyona Sûrîyê bo bajarê Serê Kanîyê û Girê Sipî û ta roja îro binpêkirin û talanî di derheqê xelkê de berdewam e. Human Rights Watch di raporta xwe de got jî, ew binpêkirinên hatine belge kirin, tekez dike ku "devera mîkanîzma ewle " li bakurê Sûrîyê dê ne aram be.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin