Parêzerê malbata Kurd: Derket holê ku komkujî plankirî ye
.
A+A-
Parêzerê malbata Kurd a ku li Konyayê bikom hat kuştin ragihand, derket holê ku “kesên êrişkar bi awayekî plankirî ev komkujî pêk anîne.”
Malbata Dedeogullari ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye, roja 30ê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişeke nijadperest hat û di wê êrişê de 7 endamên malbatê bikom hatin kuştin.
Abdrurrahman Karabulut, parêzerê wê malbata Kurd e ku berî niha jî rastî êrişa nijadperstên Tirk hatibû û wî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.
Karabulut diyar kir, derket holê ku kesên êrişkar, piştî êrişa 12ê Gulanê li ser bernameya Whatsappê grûpek pêk anîne û “bi awayekî organîze û plankirî ev komkujî kirine.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin