Parêzerên Îpek Erê: Mûsa O. ji hêza dewletê sûd wergirtiye

Parêzerên Îpek Erê: Mûsa O. ji hêza dewletê sûd wergirtiye

.

A+A-

Parêzerên Îpek E.yê bertek nîşanî kêm kirina cezaya ku li Mûsa O. hatibû birîn dane û gotine, “Em edaleta rast dixwazin”. Mûsa O. “êrişa zayendî” li Îpek Erê kiribû û bûbû sedem ku ew xwe bikuj e.

Mûsa Orhan, Çawişê Pispor tecawizî Îpek Er (18) a ku li gundê Hemdûna Qûbînê ya Êlihê dimîne kiribû. Erê di 16ê Tîrmehê de ji ber ku Orhanî tecawizî wê kiribû hewl dabû xwe bikuje. Îpek Er piştî 34 rojan, di 18ê Tebaxê de li nexweşxaneyek taybet a Êlihê tedawî dibû, miribû.  

 Mûsa O. bi sûce ku bûye sedema mirina Îpek Erê dihat dadgehkirin û dadgehê 12 sal cezayê girtîgehê lê birîbû. Piştre cezayê O.yî bi sedema ku “Bandora nerênî wê li dahatûya wî were kirin” û ji ber ku bi rêk û pêk beşdarî danişînê bûye hatiye kêmkirin. Mûsa O. nehat girtin.

Parêzerên Îpek Erê daxuyanî dane û gotine:

"Di bûyera berbiçav de, bersûcê ku bi îdîaya sûcê êrîşa zayendî kiriye tê darizandin, heta îro tenê 6 rojan girtî maye. bi helwesteke zayendîparêz û mêrperest hat berdan û careke din nehat girtin.

"Yek ji sedemên ku li Tirkiyeyê tûndkariya li hemberî jinan di asteke metirsîdar de ye ew e ku bersûc ji aliyê dadgeriyê ve tên parastin. Jin baweriya xwe bi dezgehên qanûnî naynin. Faîl jî baweriyeke bêhempa pê tînin.”

 “Em weke Parêzerên Malbata Erê em ê dozê bişopînin û ji bo edaleta rasteqîn têbikoşin.”

Çi bûbû?

Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.

Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.

Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.

Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû. 

Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin