Parêzgarê Duhokê: Şerê PKKê û Tirkiyê bûye sedema valabûna zêdetirî 340 gundan

Parêzgarê Duhokê: Şerê PKKê û Tirkiyê bûye sedema valabûna zêdetirî 340 gundan

.

A+A-

Parêzgarê Duhokê dibêje, hebûna PKKê yek ji sedemên sereke yên zêdebûna bêkariyê li parêzgehê ye û got, “Li parêzgeha Duhokê zêdetirî 666 proje bi bihayê zêdetirî nîv trilyon dînaran hatine cîbicîkirin.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter roja Şemiyê 11ê Adara 2023an di 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê de bi pêşkêşkarê Rûdawê Nwêner Fatih re ragihand, hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê sedema sereke ya zêdebûna bêkarî ya li Duhokê ye.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter diyar kir, ji bilî hebûna gerîlayên PKKê li bilindahiyên wê parêzgehê, penaber û koçberan barekî giran çêkirine, ji ber ku ji %25ê xelkê parêzgehê pêk tînin û pêwîstiya wan bi kar heye.

Elî Teter da zanîn ku veguhestina şerê di navbera PKK û Tirkiyê de bo Herêma Kurdistanê ji bo wê parêzgehê bûye sedema valabûna zêdetirî 340 gundan û anî ziman, “Heger em bihesibînin ku di her gundekî de 20 malbat hebin, gelo ev jî nebûye sedem ku xelkeke zêde bêkar bimînin?”

Elî Teter destnîşan kir ku niha ji ber şer û pevçûnan gundên ku şên in jî ber bi bajaran ve koç dikin û ev yek jî dibe sedema bêkariyeke zêdetir.

Elî Teter diyar kir, ji bo rûbirûbûna bêkariyê li Duhokê, gelek proje li parêzgehê hatine cîbicîkirin ku ji bo “zêdetirî 666 projeyan zêdetirî nîv trilyon dînar” hatine terxankirin.

Parêzgarê Duhokî her wiha da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha hemû pêdiviyên koçber û penaberan dabîn kiriye û got, “Heta ku ew li vir bin, em ê nanê xwe bikin du beş, yek ji me re û yek ji wan re, lê bê guman hebûna ew hejmara zêde pêwîstiya bi derman, dibistan, rê û gelek tiştên din heye.”

Li parêzgeha Duhokê 20 kampên penaberan hene ku 5 ji wan ên penaberên Rojavayê Kurdistanê ne û 15 kamp jî yên koçberên navxweyî ne ku piranî Kurdên Êzidî ne.

Elî Teter her wiha anî ziman, “Mixabin rêxistinên navdewletî gav bi gav ji pêşkêşkirina alîkariyan dûr dikevin û Iraq jî erk û berpirsyariyên xwe bi cih nayîne. Her wiha rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî jî alîkariyên xwe yên ji bo herêmê kêm kirine û dibêjin ew aliyên ku piştgirîya bernameyan dikin nikarin li herêmekê demeke dirêj berdewam alîkariyê bikin.”

Elî Teter diyar kir ku sitemeke mezin e ku berpirsên Iraqê bi wî şiklî nêzîkî penaberan dibin û got, ‘’Pêwîst e Hikûmeta Iraqê pabendî Rêkeftina Şingalê ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî be.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin