Parêzgarê Hatayê: Endamekî PKKê xwe teqand
Parêzgarê Hatayê: Endamekî PKKê xwe teqand
Parêzgarê Hatayê diyar kir ku teqîna şevê bûrî ji encama êrîşeke esmanî li ser 2 gumanbarên PKKê bû ku piştre yekî ji wan xwe teqandiye.
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê şeva bûrî teqînek rû da û di encamê de çend welatî birîndar bûbûn.
Parêzgarê Hatayê Rehmî Dogan got: "PKK êdî bi temamî ji çiyayê Amanosê derketiye. Berê 150 heta 200 PKK'yî lê hebûn."
Dogan ji rojnamegeran re ragihand, hêzên îstîxbaratê cihê 2 endamên PKK dîtin û di demjimêr 11:00'an de ji aliyê Hêzên esmanî ve rastî êrîşê hatin.
Parêzgarê Hatayê operasyon û êrîş wiha vegot û diyar kir, her du endamên PKKê yên daketine Eskenderonê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî êrîşê hatin û reviyan. Di qonaxa yekem de şerekî kurt li xala pişkinînêya Payasê çê bû û piştî hînga hêzên ewledarîyê ew şopandin û yekî ji wan xwe teqand. Piştre jî yê duyemîn hate girtin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî belav nekirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin