Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav li gel heyeta xwe roja 01.05.2024ê li Amedê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û rêvebirên PWKyê, bi awayekî germ pêşewazîya Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav û heyeta li gel cenabê wî kirin.
Mustafa Ozçelîk bixêrhatina Umîd Xoşnav û heyeta li gel kir û ji ber vê seredanê spasîya wan kir.
Mustafa Ozçelîk, di derbarê bîr û rayên PWKyê de agahdarî da û piştigirîya PWKyê ji bo destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê anî zimên.
Umîd Xoşnav jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya PWKyê kir, di derbarê rewş û girîngîya Herêma Kurdistanê de agahdarî da û girîngîya xebata sîyasî, aştîyane, demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê anî zimên.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav kêfxweşîya xwe ya ji bo vê pêşewazîya PWKyê ya dostane û germ anî zimên..
01.05.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin