Parêzgarê Hewlêrê û Şaredarê Stenbolê civiyan

Parêzgarê Hewlêrê û Şaredarê Stenbolê civiyan

.

A+A-

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li paytexta Fransayê bajarê Parîsê civiyan.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser vexwendina Şaredariya Parîsê ya ji bo beşdarbûna Konferansa Guherîna Keşûhewayê li çûn Parîsê.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Ekrem Îmamoglu û Umêd Xoşnaw li Parîsê civiyan.

Di hevdîtinê  ji bilî pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de behsa pêşxistan pêwendiyên di navbera Hewlêr û Stenbolê de jî hat kirin.

Ekrem Îmamoglu, Umêd Xoşnaw vexwend Stenbolê û Xoşnaw Serokê Şaredariya Stenbolê vexwend Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniya her du aliyan vexwandinên hev qebûl kirin û tekezî li ser zêdetir pêşxistina pêwendiyan navbera xwe kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin